Aşî karwan, xwarineke herêma Soran e. Mirov dikare di bin sernivîsa arxavkê de rêz bike. Li Serhed û Dêrsimê jî arxavkên wiha bi pîvazê tên xwarin. Amadekirina wê hêsan e.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

Çêkirin biguhêre

Pîvazan li rêşkerê bidin, berdin nava rûnbirêşkê. Heya zerayî pê ket, biqijilînin. Hêkan bêî ku biçelpînin, hûr bikin navê. Nan bipişirîninê. Li ser daxwazê dikarin, nan kerî jî bikin.

Simaq û xwêyê pê werbikin, bi germî bînin ser destexaneyê (sifre) û servîs bikin.