Şivanê deryayê yek ji lehengên çîroka Kurdî ye. Li deryayê dijî. Serokê hemî ajalên deryayê ye. Dilê hemî keçbehriyan di wî de ne. Wî toximê xwe rijandiye deryayê. Keçbehrîyek ji wan toximan bicanî dimîne û zaroka ku çêbû dê dinyayê azad bike. Ew zarok zarokeke taybet e. Şivanê deryayê him şerkar e him jî aştîxwaz. Him mafdar e him neheq. Rola Şivanê deryayê gorî naveroka çîrokê tê guhertin. Ew serokê deryayê ye.