Şeyhmus Özzengin (z. 1954, gundê Zeytûna, Mêrdîn) çalakvan û qunciknivîsê kurd.

Şeyhmus Özzengin
Jidayikbûn1954
Gundê Zeytûna, Mêrdîn
PîşeQunciknivîs
biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Di zivistana sala 1954 de li Mêrdîn, gundê Zeytûna hatiye dinê. Dibistana serete li gund xwendiye. Dibistana navîn li Lîseya Mêrdînê kuta kiriye û ketiye dibistana Mamosteyî a Amedê. Ji ber pirsgirêkên siyasî, sirgûn û guhertinan, pir disbistan guhertine. Dîploma xwe a mamosteyî ji Dibistana Mamosteyî a Mêrdînê girtîye. Di emrekî piçûk de bi pirsgirêka Kurd û Kurdistan ve eleqeder bûye. Di nava kar û barên rêxistinî, çandî û sîyasî de cîhê xwe girtîye. Di cûnta ya 1980 de hatîye girtin. Têra xwe para xwe ji îşkence û zîndanan, berxwedanên rojîyên birçîbûnê girtiye. Parastina xwe a siyasî bi grûbek rêhevalên xwe re li Bakurê Kurdistan yekem car bi kurdî daye dadgehê. Di weşanên Komal-Rizgarî de xebitiye. Di sala 1991an de ji zîndanê derketîye. Piştî demek kurd, derketîye dervê welat û jîyanek surgûnî dimeşîne.

Xebatên wî biguhêre

Wek qunceknivîsar di malperên civakî wek; Rûpela Nû, Rîa Taza, Bas News, Nerîna Azad û Rojnameya Kurdistan de nivîskarê Rojevê, nivîsên sîyasî, çandî dinivîse.