Şevket Arman (jdb. sala 1918 li Xelfetî; m. 17ê adara sala 1979 li Riha) yek ji yekemîn wênesazên hunermende nûjên ên Tirkiyê ye.

Şevket Arman
Wêneyê Arman
Jidayikbûn1918
Mirin17ê adara 1979
Riha, Tirkiye
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Stembolê
PîşeWênesaz
Salên çalak1937 - 1979
biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Şevket Arman di sala 1918an de li bajarê Xelfetiyê jidayik bû. Wî di sala 1937an de li Stenbolê mamostetiyê qedand û di sala 1940an de jî beşa Karên nîgarkêşî li Enstîtuya Perwerdehiyê ya Gazî mezun bû. Dema di sala 1949an de li Lîseya Mersînê mamostetiya karên tabloyê dikir, ji aliyê MEBê ve destûr stend ku ji bo du salan biçe Fransayê. Ew li Parîsê di Academie National Superieur des Beaux Arts de weke xwendevanê mêvan tevlî atolyeya Jan Sanverbi û akademiya Andre Lhote bû. Ew bi xebatên xwe yên derbarê nîgar û pentura nûjên xebatên serkeftî bi dest xist û piştî ku ji her du akademiyan sertîfîka stend vegeriya welatê xwe. Dema li Fransayê bû, wî ser li muzeyên hunerê yên Brîtanya, Îtalya û Holandê xist û li hunera wê demê koliya. Piştre vegeriya welat û li lîseyên Mersîn û Edîrneyê mamostetiyê kir.[1]

Bi îşqalkirina bakurê Kîprosê ya ji aliyê dewleta romî, ji bo mamostetiya nîgarkêşiyê ya dibistana navîn û lîseyê Şevket Arman şandin Kîprosê. Arman di sala 1959an de vegeriya erka xwe ya Edîrneyê. Di sala 1960an de ji bo fêrbûna teknîka seramîk bi înîsiyatîfa xwe ve çû Parîsê û li wir salekê ma. Di sala 1961ê de li koleja Ebqerê ya Navenda Perwerdehî ya Tirkiyê dest bi mamostetiya nîgarkêşiyê kir. Di sala 1962an de ji aliyê MEBê ve dîsa erka xwe stend û ji bo Îzmîrê hate tayînkirin. Li wir wî beşa nîgarkêşiyê û atolyeyên pêwîst ava kir û wek serokê beşê bi erka xwe berdewam kir. Di sala 1968an de ew bi daxwaza xwe derbasî Enstîtuya Perwerdehiyê ya Stembolê bû û li wê derê di beşa nîgarkêşiyê de 10 sal xebitî. Di îlona 1978an de ameliyateke ziravê (safra) derbas kir û piştî xizmeta 33 salî emekdar bû.

Hunermend Şevket Arman di roja 17ê adara 1979an de çû ser dilovaniya xwe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Şevket Arman özgeçmişi 1918 Urfa Halfeti'de doğdu". www.avnioztopcu.com. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2023.