Şerê navxweyî yê Rûsyayê

(Ji Şerê navxwe yê Rûsyayê hat beralîkirin)

Şerê navxweyî yê Rûsyayê (bi rûsî: Гражданская война в России, Graschdanskaja woina w Rossii), di nava bolşewîkên komunîst ("Yên Sor", Artêşa Sor a Lev Trotskî) û komên wek yên mihafiz, demokrat, sosyalîst, nîjadperest û Artêşa Spî de qewimî.

Şerê navxweyî yê Rûsyayê
  • Şerê navxweyî
  • pevçûna çekdarî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletÎmperatoriya Rûsî, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Ukrainian People's Republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 7 çiriya paşîn 1917 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 25 çiriya pêşîn 1922 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
Pêk tê ji
  • serhildanên çepgiran li dijî bolşevîkan
  • pro-independence movements in the Russian Civil War
  • Yakut Revolt Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li gorî hin dîroknasan şer bi şoreşa cotmehê ya sala 1917ê destpê kir, li gor yên din jî destpêka şer dikeve bihara 1918ê. Şer bi awayeke xurt û hovane hat meşandin ku tê de qasî 10 mîlyon sivîl hatin kuştin.

Bi tevlîbûna welatên Entente û ‚hêzên navîn‘ her ku çû xurttir û dirêjtir bû. Her çiqas Rûsyaya sovyet bi vê yekê hikûmdarî li ser pirraniya împeratoriya rûsî ya kevin bidest xistibe jî, welatên wek Polonya, Ûkrayna, Belarûs welatên baltîk, Fînlenda û Komara gel a Tûvîn serxwebûna xwe ragihandin.

Şer li Ewropayê bi bidestxistina Krîmê (1920), li Asyayê jî bi bidestxistina Batûmî û Wladîwostokê (1922) a ji aliyê Artêşa Sor ve bi dawî bû. Piştî bidawîbûna şer Yekîtiya Sovyet hate avakirin.

Çavkanî biguhêre