Simko
Simko

Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (jdb. 1887 Kela Çariyê - m. 30ê hezîrana 1930an Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. ‎ Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat.

Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. (dûmahîk…)