İlkay Akkaya
İlkay Akkaya, (jdb. 26ê gulana 1964an li Stenbolê) stranbêjeke tirk e ku bi komên muzîkê çepgir ên wek Grup Yorum û Grup Kızılırmak re wek solîst cih girtiye.
İlkay Akkaya | |
---|---|
Jidayikbûn | 26ê gulana 1964an (59 salî) |
Esil | Tirk |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | Stranbêj |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenîgarî biguhêre
Ilkay Akkaya wekî yek ji çar zarokên bavê karmendekî ji navçeya Antalyayê ya Manavgatê û dayikek ji bajarê Muğlayê hatiye dinyayê. Akkaya beşa çapemenî û weşanê ya Zanîngeha Marmarayê qedandiye û bi tevlêbûna koma muzîkê a Grup Yorum dest bi muzîka xwe ya profesyonel kiriye. Bi Grup Yorum re di albûmên Berîvan- Haziranda Ölmek Zor û Türkülere de xebitiye. Di sala 1989an de bi Tuncay Akdogan re ji Grup Yorumê derket.[1]
Di 10ê çileya sala 1990an de bi Tuncay Akdogan û Îsmaîl Îlknur re koma Grup Kızılırmak ava kir û bi koma Grup Kızılırmak re sêzdeh albûm derxistine.[1]
Dîskografî biguhêre
- Kül - 1997
- Unutma - 2000
- Hücre - 2000
- Yine - 2003
- Yalnız - 2005
- Umut - 2013
- Kurtuluş Yok Tek Başına - 2014
- Ey Vicdan - 2014
- Bir Gökyüzü Çiz - 2015
- Hayat - 2015
- Gelmedin Diye - 2015
- Sizlerle 25 Yıl - 2015
- Gelme - 2019
- Köleler Ve Kilitler - 2019
Çavkanî biguhêre
- ^ a b "IIS Windows Server". www.ilkayakkaya.com.tr. Ji orîjînalê di 30 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 îlon 2022.