Zeryaçeya Titicaca yan gola Titicaca (bilêvkirina kurdî Tîtîkaka; bi zimanê qîçwa: Titiqaqa qucha, bi spanî: Lago Titicaca) goleke mezin e di tixûbê Bolîvya û Perûyê de. Li parzemîna başûrê Amerîkayê ye.

Dîmenek ji golê, axa Bolîvyayê
Pêşî: girava Taquile; paşî: dîmenek ji Andan
Keynikek li Isla del Sol

Rûerda wê 8.288 km² ye û di nava Çiyayên Andê de ye. Gola ku axa wê herî bilind e. Ji rûyê avê 3.830 m bilindahiyê de ye. 194 km dirêjahî, 65 km firehî, kêmzêde 140-180 m jî kûr e. Cihê herî kûr ê golê 280 m ye.

Zêdetirî 25 çem diherikin ser golê. Gelek girav hene li ser golê û li wan bermahiyên girîngên Înkayan hene.

Navê xwe ji efsaneyeke Înkayan digire û wateya wê zinarê pûmayê ye. Dema mirov ji jor li golê binêre dişibe serê pûmayê. Hin giravên cih diguherin lê hene.