Xinûs
Xinûs an Kelê (1928: خنس[2] Xunis, Xinis, 1946: Hınıs[3], bi ermenî: Խնուս, lat. Khounis, bi zazakî: Xinis, bi tirkî: Hınıs) navçeyeke herêma Serhedê û bi ser parêzgeha Erzîromê ve girêdayî ye. Xinûs navçeyeke gelek kevn û dîrokî ye.
Navçeya Xinûsê Kelê Hınıs | |
Taxâ Baxçê û Mizgefta Mezin â Xinûsê
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Kurdistan |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Serbajar | Xinûs |
Qeymeqam | Hakan Özarslan |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara taxan | 10 tax |
Hejmara gundan | 98 gund |
Hejmara mezran | 78 mezre |
Gelhe (2008) | 31.479[1] kes |
Rûerd | 1.800 km2 |
Berbelavî | 17,5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 9.883 kes |
Koordînat | 39°21′31″Bk 41°42′05″Rh / 39.35861°Bk 41.70139°Rh |
Bilindayî | 1.700 m |
Koda postayê | 25600 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
Navçe 180 km ji Erziromê, 300 km ji Amede, 250 km Wanê û 90 km ji Mûşê dûr dikeve.
- Bilindahî ji rûyê avê: 1.720 m
- Gelhe: Gorî statîstîkên fermî yên dewletê bi giştî 32.000 kes li tevahîya navçeyê dijîn. Lê di nasnameyên nêzîkî 120.000 kesî de navê navçeyê derbasdibe. Mixabin bawerî bi statîstîkan nîne.
Di Xinûse de ji zaravên zimanê kurdî zazakî û kurmancî, û tirkî tê axavtin. Xinûs welatê dengbêjan e. Gelek dengbêjên mezin ji Xinûsê derketine.
Piştî sirgûnê malbatên bi eslê xwe koçber ên ji Qefqasyayê û bi eslê xwe kurd in hatin û li Kopa Mûşe bi cih bûn. Her wiha malbatên bi eslê xwe zaza ji Çewligê Bongilanê hatine û li wir (Xeci Dekko) bi cih bûne. Paşê, di sala 1936an de, ji Ezirmê û ji Behra Reş malên cuda yên tirk li Xinûsê hatin bicihkirin.
Xinûsiyan gelek koçber dane. li Îzmîr, Stenbol, Almanya (bi giranî Berlin û Munîh), Fransa (bi giranî Parîs û Marsêy) gelek Xinûsê dijîn.
Li herême eşirên Zirkan, Cemaldînî, Hesenan, Dimilî, Berazî û Sipkan pir in. Eşîrên Xinûsê demekî li ser navê Zirkan konfedere bûne. Piraniya wan cejna dikin ku eslê xwe Zirkî ne. Axaye Zirikan Keremê Qolaxasî ji herêma Gogsîyê, dema koçreviye ermeniyan de bi Hengên Hamidiyên be parastina herême kirîye û paşe bi axayên hesenan be, di serhildana hesenan de hatîye şehîdkirin. Navê Xinûsê yek ji bi nave Rêbiraya te zanin. Demekî jê re gotine Rêbira Bajer. Serhildana Elîcan jî li herêma Xinûs û Dûtaxê tekîyaye. Li herême gelekî mezel û vexuyên Ermenîyanen din hene. Tê zanîn ku li herême pêşiya sed salan gelekî Ermenî jî dijîyan. Piştî koçberkirina Ermeniyan zehf eşîrên Kurdan, ên ji Çewlîgê û Qersê hatine Xinûsê û di şûna Ermenî û Ezidiyan de bi cîh û war bûne.
Dîrok biguhêre
Dîroka Xinûsê heya Mediyan aşkera bûye. li Xinûsê bermahiyên serdema Urartûyan hene. Pers, Rom, Bîzansî, desthilatdarî kirine. Di navbera Keyaniya Îranê û Osmanîyan de gelek caran Xinûs cih guhêstiye.
li Şerê Çaldiranê a 1514 de, maye di destê Osmaniyan de. Mîrîtiyên Kurdistanê di karên xwe yên navxweyî de azad bûne di dema Osmaniyan de. li Serhildana Şêx Seîd de, Xinûs roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Xinûs azadî tehm kiriye. Dîsa Xinûse di şerê netewî de bûye şahîdê lehengî û îxanetê.
Gorî hin îdîayan navê herêmê di dema ûrartûyan de Horhorîkî bûye. Beriya Terteleya Filehan gelek fileh jî hebûne li herêmê. Gundên ku fileh lê jiyane ji navên wan tê derxistin. Kurd û fileh bi biratî bi hev re li herêmê jiyane. Di Serhildanên Agiriyê, dagirkirina ûrisan hwd de gelek car kurdên Qers, Erdêxan û îdirê koçber kirine rojava û başûrê Bakurê Kurdistanê. Herwekî hatina Xinûse jî.
Li erdnigariya Xinûsê de şaristaniye kevn jiyane u niha binaxbûne. li Xinûsê e di navbera Aros, Nevalâ Qlise, û Çermîk xirabeyen kevn bin axê derten u meriv dizane ku şaristaniya Urartuyan li vede re hikûm kiriye. Paşe pe re Medan, Persan, Roman û Bizansan ji vedere kirine bin hikme xwe. Xinûs di navberan Persan u Bizansande bûye cîheki tampon u gelek şer li vede re qewimine.
Aborî biguhêre
Aborî bi piranî li ser çandiniyê ye. Genim, ceh, nîsk, silq, hwd. Dîsa xwedîkirina sewalan jî heye. Xinûs li ser riya Mûş - Erzirom û Agirîyê dikeve. 90 km li dûrî Mûşê ye. Firehiya erdê navçeyê 1.799 km û bilidahî ji rûyê avê 1.800 m ye. Li rojhilatê Milazgir, li rojava Gimgim û Kanîreş, li bakur Erzîrom, û li başûr jî Kop û Mûşê, hene. Di navbera Xinûs û Gimgim de 40 km heye. Bi zivistanan berfî û sar, bi havînan germ û ziha ye.Gelê herême bi zêdeyî Cotkârin, belê xwedîkirina pez û devar jî xwedî cîhekî girînge li herême. Berkêşana hingiv li Xinûsê heye. Hingivê Xinûsê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi nav û deng e.
Çand biguhêre
Her sal li Girê Kox festîvalek tê lidarxistin. Herêma Xinûse kanîya sitran û govendên Serhedê ye. Leyîstika Çepkî navdar e.
Erdnîgarî biguhêre
Giyayên wek kimkork û helîz, kardî, gûlik, kereng, ribêz, tirşo, pepikên hirçê, mendik, kaşim û gonî hene.[4] Darberû, kenêr, guvîj, hirmî, sêv, şîlan û darên din ên li herêmê ne.
Zozan biguhêre
Navçê zêdetir bi zozanê xwe navdar e:
Zozanê Şerevdîne û Zozanê Çewligê ên herî navdar in. Dîsa Zozanê Xirxalê û Zozanê Çavreşîye û Zozanâ Faraşîn di nava tixûbên navçeyê da ye. ji ber van Zozanan pezen wêyên sor di Serhedê da û hingivên wir li her derê pir navdarên.
Behrê kêmzêde 1700 m bilindtir e, lewma ji seran serên navçê zozan û kanî ne. Zozanên wê gelek tê nasin û ji Xarpêt, Dêrsim û Amedê havînan koçber tên.
Kilîma Xinûse, kilîma bejayiyê û navçeya heri sar erda Kurdistanê ye. Di salê de heft mehên berf li erdê li çiya 8-9 û çiyayê Çewlîgê hertim ye. Navenda X piştî komara tirkan bû navend.
Çem biguhêre
Çâr çemên henin lê derfetê dirêjiya wan da agahî nîne.
- Çemê Periyê, Dêrsimê digîhê Munzurê
- Çemê axirçimen, di Gimgimê da derbaz dibi û bajarê Mûşê da digîhê Miradê.
- Çemê Tuzla, di Çiyaye Paltokanê da debaz dibi Navçeya Tercane digihe Çeme Firat
- Çeme Mirad, di Milazgirê digihe çeme Firat
- Çeme Avareş, di Ezirgane digihe Firat
- Çemê Erezê Ji çiyayên Çewligê yên li bakurê Gimgimê dize û diçe Pira Parsînê da heya Azerbeycanê dirîje Deryaya Qezwînê.
- Çemê Heftreng, Ji çiyayên Çewligê yên li bakurê Gimgimê çêdibe, dê di nav efsûna Xinûse re derbas bibe.
Çiya biguhêre
Çiyayên li dora Xinûse:
Kox (Çîyayê Bîngolê) 3250 m, Çiyayê Çavreşî yê 2793 m, Çiyayê Şerevdînê 2544 m, Çiyayê Kolîbaba 2594 m û Çiyayê Qertalixê X m bilind in. Hilhatina rojê li li dinê du ciyan tê temaşekirin ji van her du ciyan yek jî Kox da ye (Çîyayê Bîngolê). 23 gund pêva girêdayê ne. Çiyayên wekî Xamirpêt û Çiya Gewrk jî hene. Li sere Çiyayên Xamirpêtê, Sîpanê Xelatê dibinin.
Deşt biguhêre
Deşta herî mezin Deşta Xinûsê ye
Germav biguhêre
Di gundê Mamaşê germaveki heye.
Gol biguhêre
Di Çiyayê Şerevdînêda 100 heri gole piçuk heye.
Erdheja Gimgim û Xinûsê biguhêre
Li gorî daneyan erdheja yekem a salên 1900’î li Milazgirê di 24.04.1903’an de bi mezinahiya 6,7 pêk hat û 2626 kes mirin. Dîsa navê Gimgim û Xinûsê gorî hin angaştayên, ji ber erdhejan derketiye. li 31.05.1946´de bi hêza 5,7 erdhejek mezin li Xinûsê pêkhatiye û 839 kes mirine. 19.08.1966´de bi hêza 6,9 erdhej çêbûye û 2.394 kes jiyana xwe ji dest dane.
Cihên turîstîk biguhêre
- Kela Xinûsê
- Kela Zernakê
- Mizgefta Mezin a Xinûsê
- Çemê Miradê
- Erez
- Kox
- Çiyayê Şerevdînê
- Çiya Gewrk
- Gogsî
- Deştâ Xinûsê
- Çemê Heftreng
- Ziyaretê Xirt, . Ew gora Seyît Ömer Halîl e ku hilgirê pêxemberê Hz.Mihemed (S.A.V)e. Ev serdan di dawiya salên 1800î de ji aliyê Şex Mehmûd el Fevzî ve hatiye dîtin. Dema ku gor hat dîtin av derket holê. Ji wê rojê heta îro ev av di hinek demsalan de diherike û di hinek demsalan de jî hişk dibe.
biguhêre
Gundên Xinûsê biguhêre
- Çaqmaqa (Çakmak)
- Pornak (Akbayır)
- Heramî (Bellitaş)
- Kozlî (Ovakozlu)
- Çamûrlî (Çamurlu)
- Gomik, Xinûs (İsmail)
- Ferxîk (Derince)
- Qollhêsar (Kolhisar)
- Qindor (Avcılar)
- Qûrdî (Pınarköy)
- Dîbeklî (Dibekli)
- Kosan (Taşbudak)
- Qozlîya Botan (Alınteri)
- Goma Avdelan (Alikiri)
- Maruf (Maruf)
- Kimsoran (Sultanlı)
- Kespar (Gürçayır)
- Peyik (Güllüçimen)
- Silêman (Mozek)
- Melaqûlac (Mollakulaç)
- Heyran (Hayran)
- Şalxam (Şalgam)
- Qezancî (Kazancı)
- Siltanlî (Sultanlı)
- Qerekilîse (Dikili)
- Qerebudax (Karabudak)
- Sûgûdlî (Söğütlü)
- Alî Dewreş (Dervişali)
- Kelecik (Kalecik)
- Goma Bedîrxan (Uyanık)
- Siwaran (Suvaran)
- Kimsoran (Uyanık)
- Gomâ Elibegê (Alibey)
- Çermîk (Çermik)
- Germik (Ilıca)
- Axwêran (Akören)
- Erebo (Uluçayır)
- Mîrseîd (Tanır)
- Qereaxaç (Karaağaç)
- Ketancî (Ketenci)
- Xana Delal (Meydan)
- Yenîkoy (Yeniköy)
- Burhan (Burhan)
- Sildîz (Sıldız)
- Mişko (Çatalgül)
- Başkend (Başköy)
- Kosan (Taşbudak)
- Qulingo (Bayır)
- Beyro (Esenli)
- Hesenşex (Güzeldere)
- Kaniyâ Marân (Halilçavuş)
- Arus (Yolüstü)
- Goma Dimiliyan (Beyyurdu)
- Derik (Saltepe)
- Xâse (Yeşilyazı)
- Xirt (Erence)
- Beska
- Avanis (Çatak)
- Memaş (Yamanlar)
- Alangoz (Alagöz)
- Xelefan (Erduran)
- Qeremela (Karamolla)
- Qizîlan (Alaca)
- Tendûrek (Tellitepe)
- Kanîspî (Akgöze)
- Şêxpir (Acar)
- Ciligol (Çilligöl)
- Mexele Sor (Ünlüce)
- Goma Seyîdxan (Arpaderesi)
- Celî (Mollacelil)
- Fırfırk (Tipideresi)
- Kawar (Dağcayır)
- Barmas (Parmaksız)
- Kaxgîk (Göller)
- Qonxîr (Kongur)
- Gundê Amer (Karaağıl)
- Yelpîz (Yelpiz)
- Çewîrme (Ovaçevirme)
- Tîrkiş (Erbeyli)
- Qizilehmed (Kızılahmet)
- Axgelîn (Akgelin)
- Şabedin (Şahabettin)
- Mecaran (Altınpınar)
- Şehîdxerabe (Mutluca)
- Meldavut (Molladavut)
- Duman (Duman)
- Gundê Usike (Yusuf)
- Goma Yaşo (Yaşar)
- Şehîrveran (Şahverdi)
- Qizmûsa (Kızmusa)
- Zoro, Xinûs (Zoro)
- Zorawâ (Elmadalı)
Galerî biguhêre
-
Newala Texta Xinûse
-
Newala Texta Xinûse
-
Newala Texta Xinûse
-
Xinûsa Kevn
-
Newala Texta Xinûse
-
Newala Texta Xinûse
-
Çemê Erez
-
Gola Xamirpêtê
-
Ketancî
-
Ketancî
-
Ketancî
-
Başkend
-
Başkend
-
Ketancî
Mijarên têkildar biguhêre
Çavkanî biguhêre
- ^ tuik, 2008
- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
- ^ "Muş'ta Yabani Bitkilerin Halk Hekimliğinde Kullanılması" (PDF) (bi tirkî). Zanîngeha Mûşê. kanûna paşîn 2019. r. 7.
Bîbliyografî biguhêre
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Ebdulla Xefur (2001). Kurdistan - Rûpêw u jimarey danîştuwan. Stokholm.
Girêdanên derve biguhêre