Xanik
Xanik an jî Xanika Feyzo (bi tirkî: Dirimpınar), gundekî bi ser Milazgira Mûşê ve ye.
Xanik | |
---|---|
Dirimpınar | |
Koordînat: 39°12′32″Bk 42°28′36″Rh / 39.20889°Bk 42.47667°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Milazgir |
Nahiye | Nordîn (Nûredîn) |
Bilindahî | 1.580 m (5180 ft) |
Nifûs (2010) | 292[1] |
Koda postayê | 49400 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Li dora vî gundê gelek gund hene û Xanik di nava çend gundên hawirdor de dimîne, ji aliyê erdnîgariyê ve cihekî kort de ye. Xanik wek gundên wê heremê biharan hêşinahî ye ber bi havînê jî çolistan e. Di gund de av heye û diçe her malî jî. Gundê Xanikê li Sîpanê Xelatê dinêre, li milê wiyê rastê jî Çîyayê Qertewînê heye.
Dîrok biguhêre
Xanik, di dîrokê de ji gelek karwanan re malûvanî kiriye. Xanik navê xwe ji xanê girtiye. Berê ev gund xan bûye, lê gundiyan van berhemên dîrokî bi awayek nezanî hilweşandine û ji xwe re pê xanî avakirine.
Di sala 1994an de li gundê Xanikê heft mal(Xanî) ji aliyê dewleta Tirk ve hatine valakirin û şewitandin.
Aborî biguhêre
Gundî çandiniya xwe wek cureyên nok, nîsk, genim, ceh, kuşne û ket ango nefelê debara xwe dikin. Lê çawa dixwiyê di van salên dawiyê de, gundî zêde pez û dewaran xwedî nakin, li gorî ku xwe li ser lingan bigrin xwedî dikin. Sedema herî mezin ku gundî ji debara xwe ya rojane bêtir pez xwedî nakin ewe, ku di herêmê de ewlekarî kêm bûye û jiber vê jî şivantî êdî li gund zêde nayê kirin.
Binemal biguhêre
Gundê Xanik'ê nêzî 100 malî ye. Piraniya gund ji bilî eşîrtiyê lêzimên hevên gelek nêzin.
Mînakek ji malbatek gund'ê Xanikê.
Ehmed kurê Mistefa ye, Mistefa kurê omer e. omer kurê Temir (Teymûr) e. Teymûr jî kurê Kotele, Kotel jî kurê Eldîne û Eldîn jî, Kurê Mihimede û kurê Hecî Mehmûd e.
Gelhenasî biguhêre
Sal | Gelhe |
---|---|
2010 | 292[1] |
2008 | 321[2] |
2000 | 313[3] |
1990 | ? |
1985 | ? |
Çavkanî biguhêre
- ^ a b tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
- ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]
- ^ Yerelnet, Dirimpınar, ji orîjînalê di 2 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 15 gulan 2011
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |