Wîkîpediya

Ensîklopediya Serhêl
(Ji Wikipediya hat beralîkirin)

Wîkîpediya (bi inglîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke serhêl a azad ê pirzimanî ye ku ji aliyê civakek dilxwazê wîkîpediyayê ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediya di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin û herî zêde ye ku tê xwendin.[1] Wîkîpediya bi domdarî yek ji 10 malperên herî populer e ku ji hêla Similarweb û berê Alexa ve hatiye rêzekirin ku di sala 2022an de Wîkîpediya di rêza 5em a malpera herî populer a cîhanê de bû.[2] Wîkîpediya ji hêla Weqfa Wîkîmedyayê ku rêxistineke ne-qezenc a amerîkî ye tê birêvebirin ku bi piranî ji hêla bexşan ve tê fînansekirin.

Wîkîpediya

Malper    wikipedia.org
Ziman Bi 304 zimanan
Avabûn 15ê kanûna paşîn a 2001ê
Bi kurdî: 7ê kanûna paşîn a 2004an
Xwedî Weqfa Wikimedia
Dirûşm Ensîklopediya azad
biguhêreBelge

Wîkîpediya projeyeke navneteweyî ku niha bi 304 zimanan cihanê têne nivîsandin. Li gorî daneyên sala 2024an Wîkîpediyaya kurdî li gorî zêdebûna gotaran di nav lîsteya sed wîkîpediyayên cîhanê de ye û di rêza 84an de cih digire. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û naverokan li gotaran zêde bike. Her çiqas ji bo bikarhênerekê çalak nav û profîla wî/wê ya ji bo xebatan mihûm be jî lê ji bo guhertina xweqeydkirin li wîkîpediyayê ne pêwîst e. Zêdekirin naverokên gotaran û nivîsandina gotaran bi şêwazek fermî û bi zimanek bêalî têne nivîsandin.

Wîkîpediyaya herî mezin wîkîpediya îngilîzî ye ku tê de ji 6.825.381î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wîkîpediyayê de xwedî malper in ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.

Logoya Wîkîpediyayê dinyayeke ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.

Wîkîpediyaya kurdî biguhêre

  Gotara bingehîn: Wîkîpediyaya kurdî

Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku yekem ensîklopediya bi zimanê kurdî ye û cara yekemîn li ser înternetê de ensîklopediyeke kurdî hatiye nivîsandin. Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de ji aliyê Erdal Ronahî ve hatiye destpêkirin. Li Wîkîpediyaya kurdî ki ji aliyê bikarhênerên çalakên Wîkîpediya kurdî her ku diçe pêşve diçe ku heya niha 75.597 gotarên bi kurdî hatiye nivîsandin.[3]

Dîrok biguhêre

Wîkîpediya cara yekem di 15 çileya sala 2001ê de ji aliyê Weqfa Wîkîmedyayê bi zimanê îngilîzî hatiye destpêkirin.

Lîsans biguhêre

Naveroka Wîkîpediyayê di bin Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License)de tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayê naveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navê MediaWikinivîsbariya azad e.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Wikipedia is 20, and its reputation has never been higher". The Economist. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Top Websites ranking - Most Visited Websites in the world [December 2022]". Semrush (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ "Wîkîpediya:Ziman". Wîkîpediya. 2 sibat 2024.

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Wîkîpediya de hene