Welatê Min Şahtamarê Min

Pirtûka Ahmed Arîf a dudyane. Ev pirtûk piştî mirina helbestvan, di hêla lawê wî da hinik helbestên nû hinik ên ku berê di kovaran da hatîye weşandin di vê pirtûkê da hatîye berhevkirin.

Pirtûk di sala 2003 da di nav weşanên Everest da derketîye.


Min evîna te hêdî hêdî
Min evîna te mirse-misre
Li  ser diranên margîskan neqisand,
Li diranên bi jehr,
Biçiranek, kertik…
Li ser simêla werşeq
Ku çavên wî cotek dojeh
Bêhna xwîne ketîye poz 
Û bengî…
Min evîna te hêdî hêdî
Min evîna te mirse-misre
Li ser dilên pola ên çiya neqişand
Li ser gûzana çîl-hîşîn a birûska
Lo min di girtîgehan da ji te hezkirîye
Di sirgûnan da.
Welatê min şahtamarê min…
Li bilindayiyên te cemed
Û berf,
Kêrgûyên hişîn ên çîyayî
Marên zemheri 
Ku gava tavê le dida sor dibû
Û Eyloyên herî rind ên dinyaye 
Ku bi xişmek yaqûtî
Diçîrûskîn 

………………………. ……………………….

Tu li ser ser û ser çavê min e
Tu li ser bêdengî û ser qerîna min e……
Li tu dosyayên dizî
Li tu pirtûken vekirî
Ji navê te bêtir sîleh
Ji qedera te bêtir guneh
Nehatîye  nivisandin
Li dû te harên
Dravên bi xwîn
Yanî seyên dolaran
Gurên sterlîn û zêran
Û Nemrûdên neftan
Û Yezîdên zirîçan….

……………… ………………

Tu li revê da, li mişextiyê da
Di hewla can da yê…..
Û miriyên zarokan
Hatiye perçekirin
Ku hîn bêhna şîr jêdihat.
Û miriyên dayîkan
Dayîkên bejn zirav, cîwan
Çav vekirî.
Gelê min
Li ber sêdaran aşît….