Vîzvîzik, çûçika tûtelanî
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Apodiformes
Famîle: Apodidae
Cins: Apus
Cure: A. apus
Navê zanistî yê latînî
Apus apus
Linnaeus, 1758
Deverên ku tê de vîzvîzik hene

Vîzvîzik, çivrîk[1], çivrînk, ebabîlk an çûçika tûtelanî (navê wê yê latînî Apus apus), balindeyeke 16-17 cm dirêj e ji famîleya çivrîkan (Apodidae).

Çûkekî koçber e û tenê havînan dihê dîtin. Dişibite hechecîkan lê ji wan cuda ye. Cudahiya wan ya herî mezin gişê karên xwe li hewa bi cî anîn e: li hewa dixwun û vedixwun, dileyzin, radizên û hwd.

Li ciyê avgîr, zeviyên deştên nizm dijîn lê hêlînên xwe bi granî li ciyê bilind çê dikin.

Meha gulanê qurp dikevin û di navbera 2-4 hêkan dikin. Dema qurpketinê 20 roj e û nêr û mê bi dor li ser hêkan rûdinên. Çêl di navbêhna 40-50 rojî de dibin xwedî pirç û bazik û bifirê dikevin.

Yekzewac in.Lê dema ku hevalê/a wan bimre zewcek din jî dikin.Temenê wan 7-8 sal e.

Çend cûreyên vîzvîzikan biguhêre

Galeriya vîzvîzikan biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Îsmaîl Taha Şahîn (2007). Balindeyên Kurdistanê 2. Spîrêz, Duhok