Tramway

(Ji Tramvay hat beralîkirin)

Tramway[1], tramvay[2], tramwey[3][4], tramvaî û tramva[5] an jî bi tenê tram[6][7], bana kolanê[çavkanî hewce ye], amyareke ragihandinê ye, pirranî bi elektrîkê dixebite. Li ser rêhesinê diajon lê hin cureyên nû hene ku li ser çerxe yan pêçkeyan diajon.

Bana kolanê li Innsbruck
Tramway li Nürnbergê, Almanya 2007

Ji bêjeya îngilîzî tramwayê navê xwe digire ku tê wateya "bana kolanê" yan ""kolanban"". Mirov dikare di kurdî wekî tram û K-Ban kurt bike. K-Ban anho kolanban, bana kolanê[çavkanî hewce ye].

Hin avantajên wê hene, bo mînak di yek carê de dikare gelek rêwiyan rabigihîne û ji ber ku bi elektrîkê dixebite dûmanê dernayîne hww. Lê ji ber ku mecbûr in di ser banekê de herin, manewraya wê kêm e, di trafîkê de carnan dibe sedemê astengiyan.

Dîrok biguhêre

Yekem tramway di destpêka 1800î de li Gdansk a Polonyayê hatiye bikaranîn. Ew tramway bi werîsên hesinî dihatibûye kişandin. Li Almanya bajarê Dresdenê û li DYAyê bajarê San Franciscoyê bingeha tramwayan hatiye avêtin.

Yekem bana ragihandinê di sala 1832yê de li New Yorkê, li taxa Harlemê hatiye danîn. Wê demê bi hespan dihate kişandin. Bi derketina motoran ve ew jî sûdê ji motorê werdigirin.

Li Kurdistanê rêhesin kêm in. Herwiha li bajaran jî ragihandin pirranî li ser otobusan e. Ev him dibe sedem ku hewa qirêj be, him biha ye, him jî pirrbûna amyaran jiyana bajaran dijwartir dike.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://ku.wiktionary.org/wiki/tramway
  2. ^ Suzan Samanci (2019). Mîrzayê Reben. Weşanên Avesta, Stembol. r. 11.
  3. ^ Delîlo Îzolî (2007). Ferheng: Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe. Weşanên Deng, Amed.
  4. ^ Zana Farqîn (2000). Ferhenga Mezin Tirkî-Kurdî. Enstîtuya Kurdî, Stembol.
  5. ^ Î.O. Farîzov (1957). Ferhenga ûrisî-kurmancî. Moskva.
  6. ^ Delîlo Îzolî (2007). Ferheng: Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe. Weşanên Deng, Amed.
  7. ^ https://ku.wiktionary.org/wiki/tram