Tosinê Reşîd yek ji rojnamevan û nivîskarên kurdên li Ermenistanê ye.

Tosinê Reşîd
Jidayikbûn1941
Ermenistan
PîşeRojnamevan , Nivîskar
NeteweKurd
biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Di sala 1941ê de, li gundê Kûrekendê[1] a ku li ser navçeya Êçmîadzînê li Ermenistanê ji dayîk bûye. Rûniştvanên gund gişk kurdên êzdî bûn.

Ew heta pola çaremîn li dibistana gund dixwîne, dû ra xwendina xwe li dibistana gundê cîran didomîne, ku gundê ermeniyan bû. Sala 1964an fakûlta fîzîk-matêmatîk ya Enstîtuya Yêrêvanê ya Pêdagogiyê temam dike. Sala 1975an ew têza xwe doktorayê dinivîse û dibe doktorê zanyariya kîmyayê. Salên dirêj li Zanîngeha Yêrêvanê û Enstîtuyên Akadêmiya Armêniya da karê zanyariyê dike û gelek gotarên zanyarî çap dike. Gotara wî ya yekemîn sala 1961ê li rojnama Riya Teze çap dibe. Ji salên 60emîn dest pê kirî gelek gotar, şiîr û çîrokên wî li rûpêlê rojnama Riya Teze û bi radyoya Yêrêvanê tên belav kirin. Dor 12 salan gelek gotarên wî bi navê Ensîklopediya Kurdî di radyoyê de dihatin belav kirin. Ew gotar ser dîrok, edebiyat û çanda kurdî bûn. Di wan da pirsên kurdayetiyê, yên rojane jî cîhê xwe digirtin. Bin bandora şoreşa li Başûrê Kurdistanê, Tosinê Reşîd bi çend hevalên xwe va sala 1963an li Yêrêvanê komela kurdan ava dike. Wê demê ew yekemîn komela netewî bû li seranser Yekîtiya Sovyêtê.[2] Dûwarojê, ji bo hişyarkirin û geşkirina hestên kurdayetiyê ew gelek caran diçe nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê, Qirqizistanê. Ji sala 1993an ve li Awistralyayê dijî.

Berhemên Tosinê Reşîd biguhêre

  • Kilamê Rê (helbest, 1975)
  • Zozan (helbest, 1984)
  • Nîvro (helbest, 1987)
  • Siyabend û Xecê (şano, 1988)
  • Şeva bê xew (çîrok, 2000)
  • Ji bo bîranîna Qanatê Kurdo (tevî Husên Hebeş, 2000)
  • Êzdiyatî Oleke Hê Jî Nenaskirî (lêkolîn,? 2004)
  • Min bêriya şevên spî kiriye (çîrok, 2005)
  • Mestûre, Serê Hêjayî Tac Bû (romana dirokî,2005)

Hin berhemên A. Pûşkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakiyan, P. Sêvak wegerandine zimanê kurdî û çap kirine.

Girêdanên Derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 sibat 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2010{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 7 hezîran 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2010{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)