Tonên alterekirî, ango tonên guherînê di peyjereke rêkxraw de.

Mînakek ji bo toneke altêrarekirî: Septa altêrarekirî Gûhdarkirin

Tonên altêrarekirî ew in, tonên ku nîvderece ber bi jêr yan ber bi jor de dirin, an jî em dikarin bibêjin ku ew ton nîvrade têne guhertin. Ew altêrarekirin guhertineke kromatîk di wê peyjera rêkxraw (sillemê dyatonîk) de çêdike.

Jibo nîvderece nizimkirin ev simbol tê bikaranîn (♭), û jibo nîvderece bilindkirin (#). Û jibo vegerandina tonê ber bi awayê wê yên pêşîyîn ev simbol (♮). Yenî gava em bixwazin Do nîvderece bilind bikin emê deynin Do#, û gava em bixwazin vegerînin wek berê emê deynin Do♮.

  • Tonên xweyî di peyjera Do de, bo mînak, ev in: do, rê, mî, fa, sol, la, sî, do'.
  • Tonên alêrarekirî di vê peyjerê de: em dikarin her tonekê di vê peyjerê de bughêrin. Nîvderece ber bi jêr de an ber bi jor de. Bi vê yekê em dikarin bibêjin: do, rê#, mî, fa#, sil, la-bêmol, sî, do' û wisa.

Akkordên Altêrarekirî biguhêre

Ji her peyjereke rêkxraw em dikarin akkordekê jî biafirînin, û guhrtina kîjan tonî di wê akkordê de em bi nav dikin Akkordê Altêrarekirî. Bo mînak di sillemê Do de, ji van tonan do, rê, mî, fa, sol, la, sî û û, em dikarin akkordê Do-major çêkin Do-Mî-Sol. Gava me guhertineke di tonekê ji wan de çêkin, dê bibe Akkordê Altêrarekirî, em dikarin guhertinê di Mî de çêkin, dê bibe Do-mînor. Gava em guhertinekê di Sol de çêkin û Mî, na, dê bibe Do-major bi kêmkirina tona pêncan û yek dikare wisa jî binîvisîne: Do 5>. Ji xwe ev simbolana (< jibo bilindkirinê, > jibo nizimkirinê) ji ber vê yekê têne xebitandin.

Tonên Dîsaltêrarekirî biguhêre

Gava em tonekê di hemen demî de 2 caran altêrare bikin, mîna: Do 5>+ 5<, bi vê yekê tonên me ev in: Do+Mî+Sol-bêmoll+Sol-diyêz.

Gotina Altêrasyon jî ji Latînî hatiye, Alteratio, û tê wateya guherîn, an jî mere tiştekî bughêre, û pir jibo muzîkê tê bikaranîn.