Tiryak an muxederat an jî mewadê muxedir madeyekê tibbî, întoksîk, performans zêdeker û xudantesîr e dema ku tê wergirtin an jî dikeve nava bedenê mirov an jî nava heywanekî din û wek xwarin nayê pejirandin.

Titûn (cigare) yek ji tiryakên bitalûke yên qanûnî ye.
Hin cureyên xaşxaşan di bijîşkiyê de wekê dermaneke êşbir tê bikaranîn.
Eroîn, yek ji tiryakên herî ziyankar û xeternak e ji bo tenduristiyê.

Di dermannasiyê de derman wek madeyeke kîmyayî bi armanca tedawîkirin,xweparastin,pêşlêgirtin an jî teşhîsa nexweşiyê û her wisa bi armanca başbûna fîzîkî û zihnî tê bikaranîn.Derman hem ji bo demeke kurt hem jî ji bo nexweşiyên kronîk bi awayeke rêkûpêk dikare bê reçetekirin.

Dermanên dilxweşker madeyên kîmyayî ne ku tesîrê li Sanral Sîstema Norvus dike wek opiyoîd an jî halosînojenan.Ev dermanên henê dikarin bên bikaranîn ji bo tesîrên sûdbar li ser hiş,têgehiştin,şexsiyet û kiryar.Hindek derman dibe ku bibin tilyak û xwevegirêder.

Peyvnasî biguhêre

Peyva derman ji proto-hîndûewropî(dʰer- (parastin, ragirtin, hilgirtin)), ji wir ketiye avestayî (drve-),ji wir jî bi rêya zimanê pehlewî wek derman ketiye Zimanê Kurdî.

Dermankirin biguhêre

Dermankirin ji bo tedawîkirin an jî qenckirina semptomên nexweşiyan an jî ji bo rewşên tibbî an jî tê bikaranîn wek dermankirina parastvan ku xwedî sûdên paşerojî.

Bikaranîna Dînî û Manewî biguhêre

Bikaranîna dînî û manewî ji çêbûna mirovatiyê heta niha heye.Dermanên ku tên pejirandin bi bikaranîna dînî û manewî wek entyojens tên nasîn.

Ji Bo Xwe-peresînê biguhêre

Wek Nêtropîk jî tên nasîn.

Sepana Dermanan biguhêre

Derman çi yên tibbî çi yên dilxweşker dikarin bi rêyên curbecur bên sepandin.Gelek derman ji gelek rêyan dikarin bên sepandin.

  • Bi bêhnwergirtinê (inhaled)
  • Bi enjeksiyonê (injected)
  • Bi devî (orally)
  • Bi rektal (rectally)
  • Bi binziman (sublingually)
  • Bi topîkal (topically)
  • Bi vajîna (vaginally)