Tengava Macellan (Latînî: "Fretum Magellanicum") tengaveka navbera parzemîna Emerîkaya başûrî û çend giravan ji hev veqetandî ye. Ew ji 1881an vir ve di sînorên Şîlîyê de dimîne.

Tengava Macellan
Tengava Macellan li ser nexşeya Şîle nîşan dide
Tengava Macellan
Tengava Macellan
Koordînat: 54°Bş 71°Ra / 54°Bş 71°Ra / -54; -71
DewletŞîle Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Magellan and the Chilean Antarctic Region Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dirêjiya vê tengavê dora 670 km ye û firehiya wê ya herî kêm dadikeve heya 4,5 km. Tengav Okyanûsa Atlantîk û Okyanûsa Pasîfîk bi hev ve girêdide. Heya çêkirina Kanala Panamayê xwedî girîngiyeke mezin bû.

Tengav di sala 1520'an de ji hêla deryagerê Portugalî, Ferdinand Magellan ve hatibû kifşkirin û bi navê wî hatibû binavkirin. Lê Magellan wexta ku ev kanal kifş kiribû, bi navê Estreito de Todos los Santos (Tengava Herî Pîroz) binavkiribû.

Nivîskar û lêkolînerê Îngîlîzî Gavin Menzies di pirtûka xwe ya bi navê 1421 - Wexta ku Çîn dinyayê Kifşdike de îddîa dike ku Çînîyan, beriya Macellan, ew di sala 1421/22an de vedîtine.

Tengava Macellan

Girêdanên derve biguhêre