Taylor Swift
Taylor Alison Swift (z. 13ê kanûna pêşîn a 1989an Wyomissing, Pennsylvania, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka). Stranbêj, Nivîskar û Lîstikvanekî Amerîka ye. Dema çar salî bu koçberî Nashville, Tennessee buye û pîşe muzîka country muzîk kir. Li vir bi Big Machine Records re lihev hatin û bi Sony/ATV Music publishing house re xebitî û buye Nivîskar. Di sala 2006'an de Albumek bi navê xwe derxist. Bi karên sîyemîn albuma single ya Our Song ligel lîsteya country ya DYA Taylor xwegîhand Hunermendîyê. Taylor di 2008 Xelatên Grammy namzeta Hunermenda herî baş ya nû xûya.
Taylor Swift | |
---|---|
Pîşe | Stranbêj, Nivîskar , Çêker, Lîstikvan Cureyên Muzîk |
Malper | Malpera Taylor Swift |
biguhêre |
Albuma duyemîn ya Fearless di dawîya sala 2008'an de derket. Stranên di albumê de bi navên "Love Story" û "You Belong with Me" di lîsteyan de herî hilketî cîhgirt û Fearless di sala 2009'an de herî albumên firotinan buye. Di hundirê sala 2010'an de ji Xelata Salê çar xelatên Grammy bidest xist. Ji derveyê xelata Grammy, Albuma Fearless ji alîyê Xelatên Muzîk ya Amerîka, Akademîya Muzîk a Country û Country Music Association Awards re hate xelatkirin û bi vî awayî di dema muzîka coutry de buye albumên herî xelatkirin. Di sala 2010'an de Hunermend albuma xwe ya sîyemîn Speak Now derxist. Album di derketina hefteya ewl de ji 1 mîlyonek hate firotin. Di salên 2011-2012'an bi navê Speak Now World Tour turne ya konser danî û ji çar alîyê Cîhanê gihîşt 1.6 mîlyon gudarvanan. Albuma sîyemîn karê single Mean du Grammy bidest xist. Hunermend çaremîn Albuma Red di sala 2012'an de derxist. Album di DYA'yê de di serê heftê 1.21 mîlyon firot. Bi derketina di Albumê de stranên "We Are Never Ever Getting Back Together" û "I Knew You Were Trouble" li Cîhanê buye stranên Hit. Hunermend bi Albuma xwe ya Red turne di sala 2013 û 2014'an de li herderê Cîhanê deng da. Swift, di sala 2014'an de Albuma bi navê zayîna xwe Shake It Off, Style û Blank Space derxist û li herderê Cîhanê buye strana Hit.
Dîskografî
- Taylor Swift (2006)
- Fearless (2008)
- Speak Now (2010)
- Red (Album) (2012)
- 1989 (Albuma Taylor Swift) (2014)
Turne Konser
- Fearless Tour (2009-10)
- Speak Now World Tour (2010-12)
- Red Tour (2013)
- The 1989 World Tour (2015)
Fîlmografî
Sal | Sernav | Rol | Not |
---|---|---|---|
2009 | CSI: Crime Scene Investigation | Haley Jones | Bêşa: "Turn, Turn, Turn" |
2009 | Saturday Night Live | Pêşkêş | Herwiha stranbêj mêvane |
2011 | T.I. and Tiny: The Family Hustle | Herself | Episode: "America's Sweetheart" |
2013 | New Girl | Elaine | Episode: "Elaine's Big Day" |
Sal | Sernav | Rol | Not |
---|---|---|---|
2009 | Jonas Brothers: The 3D Concert Experience | Bixwe | Cameo |
2009 | Hannah Montana: The Movie | Bixwe | Cameo |
2010 | Roja Dildaran | Felicia | Fîlma nû |
2012 | The Lorax | Audrey | Dengdan |
2014 | The Giver | Rosemary |
Girêdanên Derve
- Malpera Fermî
- Taylor Swift li ser Twitterê
- Taylor Swift li ser IMDbê
- Taylor Swift li ser Instagramê