Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 93:
Çalakiyên Mela Mistefa hêdî hêdî feydeyên xwe dide kurdan. Li dawîya sala 1943yê hikûmeta Nurî Seîd tê ava kirin. Di kabîneya wî de kesekê bi navê Mecît Mistefa tê dibe wezîr ku tenê ji kar û emelên kurdan mesûl bû. Ev pêngav ji bo kurdan baş bû ku dewletê yekem cr bi awayeke fermî kurd wek hevparê dewletê qeb3ul kirin. Kurd ji ber vê pêngavê gelek memnûn bûn. Lêbelê di sala 1944ê de dema serokwezîr Nurî Seîd diçe Filistînê bêyî civata wezîran kom dibe û hindek biryaran dide. Bi dûçûna wan biryaran; divêt Mela Mistefa ji welat derkeve, li herêma Barzan li herderê noqteyên leşkerî werin danîn hwd <ref>Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:452</ref>. Ji ber van pirsgirêkan serokwezîr Nurî Seîd li sala 1944ê îstîfaya xwe da. Paşî şer id navbera dewleta Iraq û hêzên Barzanî rûda û di dawîyê de hêzên Barzanî ji Iraqê çûn ber bi Iranê ve. Li wê derê jî di damezrandina [[Komara Kurdistanê]] de roleke mezin lîstin. Piştî têkçûna hereketa Mela Mistefa, Hîwa belav bû. Piştî vê belavbûnê li sala 1945ê de Partiya Komûnîsta Kurd an ku Şoreş hate ava kirin. Ev partî jî dibe bingeha Rizgarî Kurd.
 
Li 14ê tîrmeha 1958ê şoreş li Iraqê peyda bû. Desthilata qraliyetêkeyaniyê xelas û komara parlamaneterî destpê kir.
 
===Derbeya Leşkerî li Iraqê, 1958===