Herran: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
(Revîzyoneke navberî yê ji aliyê eynî bikarhênerî ve nayê nîşandan)
Rêz 54:
Salmanassar III. li dora sala 850 B. Z. perestgeha pîroz a heyvê ji nu ve avakir û bajar wergeriya yek ji navendên herî girîng ên împaratoriya asûrî.
 
Heta sala 610 B. Z. Harran bajarê keyaniya asûrî bû: di wê demê de qiralê Aššur-uballit II. li vî bajarî dima. Lê dûvre bajar ji aliyê medî û babîloniyan ve hate fethkirin. Dayika Nabonîd (555 - 539 B. Z.), qralêkeyê dawî yê babîlonî, rahîba perestgeha Sîn a li Herranê bû. Nabonîd bi xwe di sala 542 B. Z. de perestgeheke din a heyvè ya bi navê Ebulhul da lêkirin û hewl da Sînê bike xwedaya herî girîng a îmaratoriya xwe. Lê rahîbên Babîlonê nerazîbûna xwe li vê yekê nîşan dan û evya bû sedema dawiya împaratoriya wî.
 
=== ÇaxaSerdema antîka klasîk ===
 
Di sedsala 6'mîn a B. Z. de Herran beşeke împaratoriya axemanîd a farisan bû. Di sala 331'a B. Z. de bajar ji aliyê Îskznderê mezin ve hate feth kirin û bi vî havî derbasî hikmdariya Seleukîdên makedon bû.
Rêz 66:
Di sala 260'an de li nêzikî Carrhae şereke dijwar di nava qralê faris Şapûr I. û împaratorê romayî Valerian pêk hat û di encama vî şerî împaratorê romayî têk çû û hesîr hate girtin.
 
QralêKeyê palmyrî Odaenathus di sala 264'an de bajêr ji destê farisan girt. Gava împaratoriya Palmyra piştî çend salan ji aliyê împaratorê Aurelian ve hate şikandin, Carrhae dîsa kete destê împaratoriya romayî.
 
Bajarê Edessa hê di wê demê de wergeriyabû navendeke olî ya xirîstiyantiyê, lê Carrhae bi xwe navendiya xwe ya bona ola kevnar diparast. Heta sedsala 4'mîn olperestên romayî yên xwedayê heyvê Selene (Sîn) hebûn, wek împaratorê Julian. Wek mînak: Di çavkaniyên dîrokî yên ku qala çûyîna heca xirîstiyan Aetheria dikin (ku ew di sala 385'an de hatibû Carrhae), Aetheria bi giranî behsa 'pûtperedtan' dike û bal dikişîne ser vê yekê ku di wê demê de jimara oldarên xirîstiyan gelek kêm bû. Dîsa li gor hinek çavkaniyên din perestgeha heyvê di bin hikmdariya Theodosius I. de hatiye şaetandin. Lê hê di sedsala 6'mîn de Prokopiosê Caesarea aniye ziman ku di bajarê ku ji aliyê xirîstiyanan ve wek 'Hellenopolîs' (bajarê pûtperestan) dihate bi nav kirin hema hema tevahiya gelheya bajêr ji oldarên ola kevnar ve pêk hatiye. Îro, mirov kare hebûna olperestên heyvê heta sedsala 9'mîn tespît bike.