Marîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 20:
Ev bajarê li qontara çiyayê [[Bagok]]ê ava bûye û di xeleka sînga xwe de keleha Marîn Merdis ava kiriye ji qesr, dêr, saray û şikeftên bê dawî hatine avakirin. Li ser lêvên van xelekan şikeftên dergûşî ji dayik û qalikên me re kiriye hatine kolandin. Li vî bajarê kevnar û dîrokî ji ber kaniyên avê peyda nabe li delavên bajêr sarincên avê yên li ser kûrahiyê 10-15 metre, firehî 60 metre û dirêjahiye jî 60 metre mezin hatine kolandin. Ev sarincên wisa mezin nêzî 36 hezar ton av di zikê xwe de vedihewîne. Ev 4 sarincên wisa mezin û kûr, li ser xeleka avê hatine kolandin.
Ev keleh li ser latekî pir bilind û mezin hatiye avakirin. Bedenên dora kelehê ji hezar û 500 metreyî pêk tê. Bi firehbûn û bilindbûna xwe balê dikişîne ser xwe. Bi 12 quleyan bajêr diparêze. Her çiqas ne diyar e ev keleh ji aliyê kê ve hatiye çêkirin jî şopa Bîsansiyan xwe dide nîşandan. Li Rojhilatê vê kelehê tenê bingeh û hîmên Qesra QralêKeyê Merdîsê maye li ser piyan. Tê gotin ku beriya Keleha Merdisê hilweşe bi ser çiyayê derdora xwe diket û di nava asoyên şîn de ber bi ezman hildikşiya. Lê vê keleha dîrokî li hemberî êrîşên mirovan û mercên xwezayê zêde li ber xwe nedaye û niha tenê dîwarên wê bi înadeke mezin li dijî hemû zor û zehmetiyan berxwedaneke mezin dide û hebûna xwe didomîne.
Bi mîmariyeke taybet hatiye çêkirin