Ebdurehman Qasimlo: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 58:
Karê herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976'an heya 1978'an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha [[Serbonne]] li [[Parîs]]ê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de li ser jiyana civakî, dîrok û rewşa siyaseta kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya gişti ya Ewropayê bide nasandin.
 
Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyek siyasî û zana di heqqêmafê pirsgirêka gelê Kurdistanê de dihat nasîn û dewletên ewropî di vê xusûsê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.
 
Li 11'ê [[adar|marsa]] sala 1970'î dewleta [[Bees]]iya Îraqê neçar ma ku bi kurdên başûrê Kurdistanê re gotûbêjan bike. Dewleta navendî ya [[Îraq]]ê bangek ji bo otonomiyaxweseriya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Îranê anku [[SAWAK]]'ê li hemû Îranê û bi taybetî jî li rojhilata Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo vegeriya Îraqê da ku çalakiyên HDK ji berê baştir organîze bike û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêxistinî derbasî herêmên rojhilata Kurdistanê bikin.
 
Piştî ku Mihemed Riza şah Pehlewiyê sala 1979'an gor bi gor ji Îranê reviya, Dr. Qasimlo vegeriya [[Rojhilata Kurdistanê]] û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Kurdistana Rojhilat da destpêkirin. Piştî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan ket destê şoreşgerên Kurd û xelkê welat xwe azad û serbest hîs kirin.
Rêz 74:
Xumêynî, ku xwe wek rêberê cîhana îslamê bi raya giştî dida nasîn, di 19. Agusta (19. 08. 1979'an) de li dijî gelê Kurdistanê CÎHAD (zibare) îlam kir. Dr. Qasimlo pir xebitî da ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çareser bike, lê mentiqa karbidestên komara îslamî ne di wê pîvanê de bû ku perspektîvên Dr. Qasimlo, yên li ser çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Iranê, bipejrînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û maqûl bû.
 
Piştî ku Xumêynî Kurd wek kafir û dijberên şoreşê bi alîgirên xwe dan nasîn, hêrişênêrişên weke yên MoxolanMongolan li dijî Kurdan dest pê kirin. Berxwedana şervanên kurdî karekî dîrokî bû, lê şêweyên hov û xeddar ku ji aliyê pasdar û artêşa xwînxwara Komara Îslamî ya Îranê ve dihatin lidarxistin û kirin, [[HDK]] û [[KOMELE]] neçar kirin ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Xuya ye ku di vê vekişîna hêzên siyasî yên Kurdan de tesîreke mezin ya xiyaneta caş û hinek Kurdên xwefiroş jî hebû. Piştî vê valabûnê bi hezaran Kurd ji aliyê beşa parastin(êtila'at)a dewleta Îranê ve hatin tîrbaran kirin û daleqandin. Girtîgehên hemû Îranê bûbûn mala Kurdên şoreşger. Hemû Kurdistan mîna zindaneke mezin di bin çekmeyên xwînmêjên komara Xumêynî de bûbû meydaneke tijî xwîna keç û xortên welatparêz yên Kurdistanê.
 
=== Şerê partîzanî yê hêzên Kurdistanî li dijî komara îslamî ===
Rêz 99:
Roja 12 û 13ê Mai sala 1989an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê îstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beşa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avustirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkê ve zimanê silahên wan xwînrijan peyivî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat şehîd kirin. Piştre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin şehîd kirin.
 
Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiştekî eşkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiş û polîsên Avusturya di pratîkê de ji bo girtina wan karekî bikin, CeeferCefer Sehrarûdî piştî tedawiyê (di nexweşxaneyeke paytextê Avusturyayê de) çû balyozxaneya Îranê û roja 22. 07. 1989an bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji [[Refsencanî]] û Xaminêyî re bibêje: Me fermana we baş cî bi cî kir û her tişt li gor daxwaza me bi rê ve çû.
 
Emîr Mensûr Bozorgiyan jî çend rojan ji aliyê polîsê Avusturyayê ve hat girtin û hikmê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Avusturyayê hikmê girtina wî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.
 
Belê bi vî rengî serok û nûnerekî din ê şoreşa Kurdistanê di welatekî Ewropa de ku her roj zêdetir ji xwarina rojane navê mirovperwerî û demokrasiyê tînin ser ziman û li ser qanûnên wê diaxivin, bû fîdayê protokolên aborî. Xêzana Dr. E. Qasimlo û Hizbî Demokratî Kurdistan li dijî vê cinayetê şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Avusturiya kirin û mehkemedadgeh heya niha hê jî bêsûd didome.
 
== Berhem ==