Hesena, Silopî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: Bot: {{{koordînat}}}
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 25:
'''Hesana''' ({{bi-tr|Kösreli}}), gundekî [[asûrî]] bû ku li navçeya [[Silopî|Silopiya]] û di qontara çiyayê [[Cûdî]] de dijiyan. Ev miletê asûrî û kurdên misilman di ser hevdu de diçûn û dihatin û ne li dijî hevdu bûn, wekî gelek caran ev tête gotin.
 
Dibêjin ev gundekî gelek xweş bû; dehil, rez, av, kanî, erd, milk û pezên wan hebûn. Herweha di gundên asûriyan tinê de ev şal û şapigên cilên kurdî dihatin çêkirin. Divê bête zanîn ku asûriyan gelek arîkariya miletê kurd û tarîxdîrok û kulturaçanda kurdan kirine û herweha miletê [[Axa Mezopotamyayê]] ne. Kilîseyek û xwendegeha gundê Hesana jî hebû û ji berê û pêde xwenda bûn. Ew gundê asûrî piraniya wan li [[Stenbol]] û [[Ewropa]]yê jî jiyana xwe berdewam dikirin. Bes wekî gelek gundên navçeya [[Silopiya]] ev gund jî bi destê rejîma tirk hat di salên 1995an de xirakirin û hat valekirin. Hemî reviyan û weke gelek Kurdan li cîhanê belav bûn. Gelek ji asûriyan çûn bajarên wekî Stenbolê û bes behra bêhtir çûne Ewropa û Elmanyayê. Gelek ji van miletê Axa Mezopotamyayê li paytextê Elmanya [[Berlîn]] û gelek bajarên din yên Elmanyayê dimînin.
 
Îro hiskê asûrî, ermenî anjî kurdên [[êzidî]] û û misilman jî bin, hemî jî bûne koçberên sedsalî. Weke tête zanîn heta niha 4.000 gundên kurd, asûrî û ermeniyan di Axa Mezopotamyayê de ji aliyê dewleta tirkî ve hatine xirakirin û wêrankirin.