Şêrdal: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min ji bo peyva qral peyva key nivîsand.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min ji bo Aîskhylos Esxîlos nivîsand.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 4:
 
 
 
Bz. 8000î şûn de aferîdeyên tevlîhev (kompoze) di hunerên Mezopotamya, misir, sûrî derketine holê. Ev aferîde ji ber ku mirovên wê demê xwedayên xwe di sifetê mirovan de dîtine, derketine holê. Ji ajalên herî bihêz ên erd ezmanan pêk hatine. Bi armanca xwedayîbûna van aferideyan bên diyar kirin, bi awayeke serxwezayî (doğaüstü) hatine nîşan dan. Grîfon, di dîroka hunerê de, navê aferîdeyeke tevlîhev e. Di “Dîroka Heredot” û di “Prometheûs”a Aîskhylos[[Esxîlos]] de qala grîfonê tê kirin û yewnanî jê re dibên “gryps”. Di berhema AîskhylosEsxîlos de tê gotin ku, li welatê Hyberboreyê de ev aferîde rastê êrîşa Arîmaspes hatiye. AîskyhlosEsxîlos gotiye ku ev aferîde “kûçikên bi bask in, nikildirêj in lê naewtin. Şopdarê Apollon û xwedayên din e”. Li gorî Cteîas jî ev aferîde “Singsor û pûrtreş in. Li çiyayên hîndîstanê xezîneya veşartî diparêzin”. Her wiha li Yewnanîstanê “Tasika şeravê ya Dîonysos diparêze û bi Nemesîsê re hatiye yek kirin. Grîfon aferîdeyeke xeyalî û tevlîhev e. Carina bi bask e, carina jî bêbask e, lê gewdeya wê ya gewdeya wê ya şêr e. Bi piranî di şiklê qertelê de ye û guhên wê jî ya guhên hesp an jî yên keran e. Ev aferîde, her çiqas aferîdeyên biesl, bihêz, lezgîn û dilsoz bin jî taybetmendiyên wan ên xirab jî hene. Di heman demê de aferîdeyên gunehkar, dirinde, wehşî û xedar in. Ev aferîde wekî aferîdeyên tevlîhev ên din jiyana xwe berdewam dikirin, xwedîzarok bûn û her wiha mîna zindîyên din dimirin. Bi baskên xwe dikaribûn bifirin û bi lingan jî bimeşin. Cureyeke din ya grîfonan jî heye. Ji vê cureyê grîfon-demon dihate gotin. Serê van aferîdeyên bibask serê çûkan bû, lê laşê wan yên mirovan bû.
 
 
Line 11 ⟶ 12:
 
 
 
Grîfon piştî wêneyên dîwarê, yên dema qralkey Tûkîltî-nînûrta di hunera asûriyan de hatiye pejirandin û bz. di sedsala 8an de bi berhemên nîmrûdê ên ku ji diranê fîl hatine çêkirin berdewam kiriye. Li ser mobîlyaya ku di serdema Asûra Nû de hatiye çêkirin grîfoneke ku serê wê ber bi jor ve ye hatiye çêkirin. Devê wê grîfonê vekiriye û lingekî wê bilindkirî ye. Li dora grîfonê jî xemlên riwekî(nebatî) hene. Hunera Mîtaniyan bandora xwe li ser Hunera Asûriyan kiriye. Hunera Mîtaniyan li gelek erdnîgariyeke fireh de, xwedîbandor biye. Ev huner ji bakûrê mezopotamyayê bigre heta rêzeçiyayên Torosan, ji Amedê bigre ta bajarê Humsê fireh e.
 
 
Line 18 ⟶ 20:
 
 
Li Misirê grîfon cara yekem di serdema Xanedaniyên pêşîn de li ser kevirekî hatiye neqişandin û di dema Xanedaniya 5an de jî peywireke pîroz bi cîh tîne. Di îkonografiya misirê de wekî parastvanê qral tê nasîn û li hemberî dijminê key şer dike. Di şerê ku li Benî Hassanê qewimiye alikariya keyê misirê kiriye. Ji ber vê yekê ye, ji bo grîfonê, di wateya şkestok de navê “tsts” hatiye bi kar anîn. Li ser stelekî bi sêr de, grîfonê bi navê “hh” êrîşê erabeya Xwedayê Şad kiriye. Di berhemekî ku di serdema qraliyetakeyaniya kevn hatiye çêkirin de grîfon laş-şêr, bidûv û bibask hatiye teswîr kirin. Dîsa li Benî Hassanê di wêneyekî gorî de dûvê grîfonê bi lotûsê ve zeliqî hatiye nîşan dan. Her çiqas li misirê di cihana baweriyên misiriyan de grîfon tune be jî, bi peywir û taybetmendiyên xwe, weke semboleke fermî dihate pejirandin. Ji ber ku xwedayê şer ê bajarê Tebê re biye yek, di hunera misiriyan de serê wê serê baz e hatiye nîşan dan. Li ser gerdeniya zêr ya Sesostrîsê 3. de grîfon hatiye teswîr kirin. Di ve teswîrê de grîfon du mirovên çokdayî dipelixîne. Her wiha li Tel Beît Mîrsîmê, di dema Hîksosê de li ser niviştekî de bi awayeke dekoratîf hatiye neqişandin. Li ser vê niviştê navê grîfonê bi nivîsa hiyeroglîfê hatiye nivîsandin.