Zinar Soran: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
B clean up, replaced: Kategorî:NivîskarKategorî:Mêr AWB
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1:
'''Zinar Soran''' nivîskarekî kurd e.
 
Zinar Soran di 2yê cotmeha 1955 de li gundê Qizilê ya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Zaroktiya wî di odeya gund û di nav civata eşîrtiyê de derbas dibe. Di wê demê de, ode û civata kurdî hê ji şevbihêrkên dengbêj û çîrokbêjan xalî nebûne. Bingehê ziman û kulturaçanda xwe ya kurdî ji wê civatê û wan şevbihêrkan werdigre.
 
Berî ku ew dest bi dibistana destpêkê bike li cem Mele Mahmûdê meleyê gund Quranê carî dike. Pênc salî dest di dibistana gund dike. Ji gund xwendekarê pêşî ye ku piştî dibistana destpêkê xwendina xwe didomîne. Dibistana navîn li Wêranşehrê, lîseyê jî li Mêrdîn û Entabê dixwîne.
Rêz 7:
Pêwendiyên malbata wî û bi taybetî têkiliyên apê wî Hecî Hesen bi hinek meleyên welatparêz yên wê demê re dibe destpêka kurdperweriya wî. Hîna di dema dibistana pêşîn de, apê wî çend helbestên kurdî bi wî dide jiberkirin.
Piştî xwendina xwe ya lîseyê diqedîne, di nîsana 1973an de dihere Almanyaya Rojava. Beşdarî Festîvala Berlîna Rojhilatê ya navneteweyî dibe. Di wê demê de bi Peymana 11ê Adarê di nav Tevgera Kurdistana Iraqê û dewleta Iraqê de, kurdên Başûr mafê otonomiyêxweseriyê bi dest dixin. Ji ber vê yekê jî cara pêşîn bû ku, grûbek kurd li ser navê Kurdistana Iraqê, bi awayekî resmî û bi cil û bergên kurdî beşdarî fesîtvaleke weha navnetewî dibûn.
 
Lê piştî demekê, ew qîma xwe bi jiyan û xebata siyasî ya Ewrûpayê nayîne û vedigere welêt. Li Diyarbekirê dest bi xwendina bilind ya mamostetiyê dike. Di wê demê de, ji hilekê de xwendina xwe û ji hêla din de jî xebata xwe ya siyasî didomîne. Lê ji ber ku karbidestên dewletê dibistana Diyarbekirê digrin, ew jî wek gelek xwendekarên dinê xwendina xwe li Ankarayê didomîne û di sala 1979an de xwendina xwe diqedîne.