Tawan, binas an jî sûc karekî neqanûnî ye ku ji aliyê dewlet an jî desthilatdariyeke din ve tê cezakirin. Peyva sûc di hiqûqa cezayê ya nûjen de, xwediyê pênaseyeke hêsan û pejirandî ya gerdûnî nîne, her çend pênaseyên qanûnî ji bo hin armancan hatine pêşkêşkirin. Nêrîna herî populer ew e ku sûc kategoriyek e ku bi qanûnê hatiye afirandin; bi gotineke din, eger tiştek ji aliyê qanûnên pêwendîdar û derbasdar ve weke sûc bê ragihandin, sûc e. Pênaseyeke pêşniyarkirî ev e ku sûc kiryarek e ku ne tenê ji hin kesan re, lê di heman demê de ji civat, civak, an jî dewletekê re zirardar e ("xeletiyeke gelemperî"). Kiryarên bi vî rengî qedexe ne û bi qanûnê tên cezakirin.