Têkiliyên Îran û Rûsyayê

Pêwendiyên dîplomatîk ên di navbeyna Komara Îslamî ya Îranê û Rûsyayê de

Têkiliyên Îran û Rûsyayê hemû peywendîyên Îran û Rûsyayê bi nêrîneke dîrokî dihundirîne.

Îran–Rûsya

Îran

Rûsya

Destpêk biguhêre

Têkiliyên Îran û Rûsyayê xwedî dîrokekeke kevn e, çûnkî herdu dewlet ji berê were cîranên hev bûn. Di sedsala 19emîn de di navbera Rûsî û Îranê de gelek şer çêbûn û di encama wê de jî hidûdên herdu dewletan bi taybetî jî hidûdên Îran û dewletên Qefqasî ta niha bi guherînên biçûk wekî xwe man.

Nêrîna dîrokî biguhêre

Hevpeymana Gulistanê biguhêre

Li navbera salên 1804 û 1812yê, Qacariyan û Rûsîyan şerên mezin kirin, di encamê de di navbera herdu dewletan de Hevpeymana Gulistanê li sala 1813ê hate destnîşan kirin. Ev hevpeyman di dîroka Îranê de wek hevpeymaneke şikestinê tê binav kirin. Di encama vê hevpeymanê de Îran gelek bajarên Qefqasyayê wek; Bakû, Şîrvan, Gence, Derbend, Qerebax wenda kirin. Her wisa Îranê pejirand ku li Deryaya Qezwînê keştîyên şerî yên xwe xwedî nake.

Hevpeymana Tirkmençayê biguhêre

Li sala 1828ê de piştî 15 sal ji hevpeymana Gulistanê, rewşa aram ya di navbera van herdu dewletan de xerabû. Şerên giran qewimîn û di encamê de Qacarî têkçûn. Hevpeymana Tirkmençayê di navbera herdu dewletan de hate destnîşan kirin. Bi vî şerî gelek axa Îranê bo Rûsî ma. Êrîvan û Naxçivan ket bin destê Rûsan.Yanî axa Îranê ya li Qefqasyayê heta çemê Erez ji destê Îranîyan derket. Her wisa ji layê bazirganîyê ve jî Îran mecbûr ma ku gelek kapîtîlasyonan bide Rûsan. Êdî Rûsî di siyaseta Îranê heta niha jî dibe aktoreke girîng. Her wisa Azerbaycan bû du parçe, yek parçe Azerbaycan ma di nav Rûsî de, yek parçe jî wek parêzgeha Azerbaycana Rojava û parêzgeha Azerbaycana Rojhilat man di nava Îranê de.

Li sala 1879ê de ji bo ku şahê Îranê biparêzin bi şêwirmendîya Rûsan Lîwaya Qazaxan hate damezirandin. Ev lîwa ji bo paşeroja Îranê dê gelek girîng be. Çûnkî desthilata Qacarîyan bi destê vê lîwayê xelas dibe. Lêbelê serleşkerîya Reza Pehlewî bi alîkarîya İngilîzan çêdibe.

Salên 1900an biguhêre

Piştî şerê Osmanîyan û Rûsan a li sala 1877-1878ê de li qefqasyayê şerên giran diqewimîn. Di encamê de Osmanî têk diçe û gelek axê wenda dike. Piştî vî şerî hegemonyaya Rûsan li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Îranê mezin dibe.

Di şerê cîhanî yê yekemde Rûsan Îran dagir kiribû. Di vê dagirkirinê de otorîteya navendî nemabû. Lê hêj şer dewam dike, li Rûsyayê Şoreşa Cotmehê pêkhat. Di encama vê şoreşê de Sovyet ji Îranê vekişîyan. Lê ev vekişiyan zêde wext negirt ku Sovyetan jî wekî Çarîya Rûsan li ser Îranê armanç hebûn. Li sala 1920ê de Sovyetan Îran dagir kir. Di encamê de li herêma Gîlanê de Komara Gîlanê ya Sovyet û Sosyalîst hate damezirandin. Her wisa di heman salê de Partîya Komûnîst ya Îranê jî hate damezirandin.

Li sala 1921ê Sovyetan li gel Îranê hevpeymana bratî û dostînîyê destnîşan kir, bi dûçûna vê hevpeymanê Îran dikare li Deryaya Qezwînê leşkerê avê berhev bike. Her wisa biryar hate dayîn ku Sovyet hêzên xwe ji Îranê vekêşe. Jixwe Sovyetan hêzên xwe ji Îranê vekişîyan û Komara Gîlanê hate rûxandin.

Binêre biguhêre

Çavkanî biguhêre