Sultan Kosen (bi tirkî: Sultan Kösen) merivekî kurd ê ku ji Dêrika Çiyayê Mazî (Bakurê Kurdistanê) ye û çend salan wek kesê herî dirêj ê cîhanê bû û ji hêla Guinness ê pirtûka rekordmenî ve hatibû tomarkirin.[1]

Sultan, bi 2,51 m î kesê herî dirêj ê cîhanê ye. Endamê malbata Sultan Kosen giş xwedî bejna normal in; bi 3 bira û xweşka xwe ve. Ew ji ber bejna xwe ya her roj ku dirêj dibû neçû dibistanê, lê ew bi xwe hînî xwendinê bû. Kosen, Kinc û pilavan li gor xwe nabînie û ew van alava dide çêkirin. Sultan dibêje: "daxwaziya min ev e ku ez bizewicim, bibim xwedî zarok, seyarkê biajom, xêvjimêrê bikar bînim..."[çavkanî hewce ye]

Di destpêka 2023an de hate ragihandin ku mirevekî ganayî yê bi navê Silêman Ebdûsemed ê 29 salî ji Sultan Kosen bi 2,89 m dirêjtir e.[2]

Çavkanî biguhêre