Stratejiya vekêşanê

Stratejiya vekêşanê (bi îng. Strategy of tension, têgîn ji îtalî strategia della tensione) stratejiyek ji şerê psîkolojîk e ku armanca wê di nava koma di hedefê de ye, bêbawerî, bêaramiyê afirandin e.

Koma hedefê dikare dewletek, herêmek an komeke taybet a civakê be. Ev stratejî jî wekî tevayiya stratejiyên din ên şerê psîkolojîk, him ji aliyê dewletan ve, him jî rêxistinan ve dikare bê pêkhênan.

Ji vekêşanê re di kurdî rageşî, tansiyon, kel, hêrsoyî, libarbûn jî dibêjin.

Alav û rêbazên wê îlegal in, pirranî êrîşên çekdarî yên terorê, kujtin, dîlgirtin, operasyonên paramîlîtar, çalakiyên îndîrekt ên psîkolojîk, mecbûrhiştina konseptên aborî, xof, provokasyonên birêkûpêk, agahiyên nerast belavkirin ûêd in.

Bingeha têgînê biguhêre

Ev binavkirina sala 1990'î de ketiye lîteratura şerê psîkolojîk. Di nava salên 1969 û 1984'î de li Îtalyayê ji aliyê dewlet û komên dijber ên bavxweyî de bêî rawestan bihevçûnek hebû. Di sala 1977'ê de zanayek vê bihevçûnê wekî "stratejiya vekêşanê" binavdike û ev têgîn derbasê lîteraturê dibe.

Hin mînakên wê biguhêre

Hin rêbazên wê yên klasîk biguhêre

  • Hêzên dewletê kincên dijberan li xwe dikin, diçin li komên ku berevaniya wan dijberan dikin xirabiyê dikin. Dixwazin viya bikin para wan û navê wan reş bikin.
  • Roja ku rewşa bihevrejiyana koman hinekê baş bû êrîşeke mezin ê terorîstî tê lidarxistin. Dixwazin tirs, bêbaweriyê belavbikin.
  • Revandina sîvîlan. Meytên wan nîşan nadin ku hestên koma di hedefê de ye zindî bihêlin. Ango lêzimên qurban her di nakokiyê de bimînin, li hêviya qurbanî bin. Zîndîxwedîkirina hestan, dikare bandora tirs, bêbawerî û xofê jî zindî bigire.
  • Bi nirxên komê lîstin. Bo mînak mizgeft, pîrtûkên olî tên şewitandin. Pisiya mirov bi komê didin xwarin, al û sîmbolên komê tên qedexekirin, heqaret bi meytên lehengên komê tên kirin ûêd.
  • Birêkûpêk aboriya komê tê xirabkirin.
  • Bi şevê, di xewê de kom tê acizkirin.
  • Derbareyê leheng û nirxên komê de agahiyên nerast tên belavkirin.
  • Bi exlaqê jinên komê tên lîstin. Lewra jin him dê, him xwediyê malê, him hevjîn e. Rola wê di perwerdeya zarokan, îstîkrara malbatê de mezintir e. Bi taybetî li rojhilata navîn, bakurê Afrîkayê jin wekî namûsê jî tên dîtin.
  • Efsaneyên nerast tên çêkirin. Kom bi dîrok, û efsaneyên nerast tê perwerdekirin, agahdarkirin.
  • Nakokiyên navxweyî yên komê zindî tên girtin. Bo mînak ol, mezheb, ziman, zaraveyên komê tên tehrîkkirin. Bi viya peyama "ti carî yekitiya komê pêk nayê" tê dayîn.