Soravk, rûj, lêvnûs berhemeke kozmetîkê ye ku bo nexşandina lêvan tê bikaranîn. Ji fransî derbasê kurdî jî bûye, li Bakurê Kurdistanê rûj jî dibêjin (ji bêjeya fransî rouge ango sor).

Soravka nûjen
Soravkên rengîn

Cure şilemeniyeke rengîn e. Ji senît, don, madeyên nermker, lanolîn, rûnê kastorî, alkol û hin têkelên kîmyayê tê çêkirin. Pirranî sor e, lewra jî di kurdî de soravk gotine. Formên tîr û ron de tên bikaranîn.

Reng dide lêvan, gelek cureyên wê hene. Jin gelek hez jê dikin û bikartînin.

Dîrok biguhêre

Li Mezopotamyayê derhatiye ku parekê axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê. Berê kevirên giranbiha dihêrane û wekî pêşkêşkirina dewlemendiyê ya jinên dewlemend bikardianîne. Li Egîptê (Misir) têkelek ji rûnên riwekan, don, zirîç, qurşûna sor ûêd li lêvên xwe didan.

Li Spanyayê rûjên tîr hatine çêkirin. Bi hatina Îslamê û artêşên ereban ve li seranser Kurdistanê bikaranîna madeyên kozmetîk hatine qedexekirin. Di serdema 18. de li Ewropayê mêran jî soravk bikaranîne.