Simbêl ji ev pircên ku li ser leva jorîn mezin dibin re tê gotin.

Împaratorê alman Kaiser Wilhelm II. bi simbêla qeytan
Salvador Dalî, bi simbêla xwe ya bi nav û deng Dalí

Cûreyên simbêlan biguhêre

Simbêla Împaratorê Kaiser / Simbêla Qeytan biguhêre

wek Wilhelmê Împarator II. (1859–1941) tê bi nav kirin
Simbêla ku her du aliyên xwe hemberî derve hatine tirmix kirin, hêla xwe ya rast û cepê dirêj in û bi awayeke gilover ber bi jor hatine sekil kirin. Da ku simbêl bigihêje vî sekilî, pêwîst e ku meriv sevekê qeytanek bi simbêlê xe.

Simbêla Dalî biguhêre

wek Salvador Dalí (1904–1989) hatiye bi nav kirin
Simbêla zirav a ku her du aliyên xwe ber bi jor dinihêrin. Da ku simbêl ewqas zirav be gerez meriv der û dora simbêlê qut bike. Dalí simbêla xwe wekî "anten"ên pîroz bi nav dikir ji boy girtina mesajên xwedayî.[1]

Kesên nas ên bi simbêla Dalî: Ingo Lenßen (jdb. 1961)

Simbêla Clark Gable biguhêre

 
Hermann Obrecht, xwediyê simbêleka Clark Gable.
 
Antramanê alman ê hantbolê Heiner Brand bi simbêla Clark Gable.

wek Clark Gable (1901–1960) hatiye bi nav kirin.
Simbêleka gelek zirav e û di nava simbêl û lêva jorîn navberek heye.

Kesên nas ên bi simbêla Clark Gable: Errol Flynn (1909–1959), David Niven (1910–1983), John Waters (jdb. 1946), Clark Gable bi xwe pistrev xwediyê simbêla Menjou.

Simbêla Menjou biguhêre

Wek Adolphe Menjou (1890–1963) hatiye bi nav kirin.
Simbêla ku her du aliyên wê hatine birîn, sê quncên xwe hene.

Simbêla Chaplin biguhêre

Wek Charles Chaplin (1889–1977) hatiye bi nav kirin.
Simbêla ku her du aliyên xwe hatine birîn heta ku 2–3 cm bimîne. Wek Simbêla Hitlerê jî tê nasîn.

Kesên nas ê bi simbêla Chaplin: Ferdinand Sauerbruch (1875-1951, doktor), Hermann Obrecht (1882–1940), Oliver Hardy (1892–1957, komedyen), Adolf Hitler (1889–1945, dîktatorê almanî), Abdalá Bucaram (jdb. 1952), Otto Heinrich Frank (1889-1980, bavê Anne Frank), Yitzhak Shamir (jdb. 1915, serokwezîrê îsraîlî), Ludwigê Mises (1881-1973, aborînasê lîberal û felsefevanê yahûdî, Moshe Sharett û Friedrich Kellner (siyasetmedarê alman ê SPD), Robert Mugabe (jdb. 1924, serokê Zîmbabwe) .

Simbêla Slavan biguhêre

Simbêleka zehf qalind e, her du aliyên wê li jêr dinihêrin û heta alûşkê digihêjin.

Kesên nas ên bi simbêla Slavan: Janosch (jdb. 1931), Lech Wałęsa (jdb. 1943), Wolf Biermann (jdb. 1936), Lemmy Kilmister (jdb. 1945), Luigi Colani (jdb. 1928)

Simbêla Mors biguhêre

Ji ber ku wek simbêla herî mezin û qalind tê nasîn wek ajala morsê hatiye bi nav kirin.

Kesên nas ên bi simbêla Mors: Friedrich Nietzsche (1844–1900), Heiner Brand (jdb. 1952)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Freud und die Eisenbahn" Girêdana arşîvê 2011-02-04 li ser Wayback Machine, Die Zeit, 25. Juli 1975