Serwa Abarkuhê, serwêya/serwiya Yezdê (farisî:|سرو ابرکوه Sarv-e Abarquh) dareke serwê ya temenê wê 4000 heya 4500 sal e. Olzan û rahîbên Zerdeştîyan çandine. Li Abarkuh a parêzgeha Yezdê, li Îranê ye.

Serwa ji Zerdeştiyan wekî bîranî maye. Li Abarkuh a parêzgeha Yezdê.

Bilindiya darê 25 m, devedora wê 11,5 m ye. Hin kes dibêjin Zerdeş pêxember bi xwe ajotiye, hin jî dibêjin rahîb an bawermendan. Gelek tûrîst serdana darê dikin.

Di dab û nêrîtên kurdan û îraniyan de, dara serwê temsîliyeta jidilî (canêcanêtî), dirustî û berdewamiya ciwanîbûnê dike. Dibêjin dareke wiha li Kaşmarê jî hebûye.

Girêdanên derve biguhêre