Serkan Birûsk

Nivîskarê Kurd

Serkan Birûsk nivîskarekî kurd e.

Serkan Birûsk
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji hêla Nisêbînê, ji aliyê Omeriyan e. Herêma Omeriyan ku weke eşîra Omeriya jî, tê bi nav kirin, devereke pir berfireh digire ber xwe. Ev herêm bi folklor, bi stran û stranbêj, bi rez û baxên xwe navdar e.

Serkan Birûsk li gundê Serê Kaniya Omeryan hatiye dinyayê. Wî xwendina seretayî û ya nêvî li Nisêbînê bi dawî aniye.

Paşê ji bo xwendina bilind diçe Îzmîrê. Li zanîngehê di beşa mîmariya peyzajê de bi cî dibe lê ji ber sedemên siyasî wî zanîngeh nîvcî hişt. Paşê derdikeve derveyî welêt. Pêşî çû Elmanyayê dû re jî li Swêdê bi cih bû. Wî li Swêdê dest bi nivîsandinê kir. Heta niha gelek berhemên wî wek helbest, çîrok û gotar di nava rûpelên kovarên mîna Avaşîn, Nûdem, Azadiya Welat, Kovara W Jiyana Rewşen û pêvekên Özgür Politikayê de derketine. Her wiha di malpera Amîdakurd de helbestan dinivîse.

Wî hejmarek bername bo Mezopotamya TV yê, li ser navdarên kurd û wêjeya kurdî amade kirine û belav kirine.

Nivîskar ji awira wergeran ve pir xurt e. Ji zimanê Tirkî û Swêdî hejmarek nivîs wergerandiye kurdî.

Berhemên Wî biguhêre

Helbest biguhêre

Roman biguhêre

Werger biguhêre

Serkan Birûsk niha li Swêdê dimîne.

Girêdanên derve biguhêre