Serhildana Almanyaya Rojhilat

Serhildana Almanyaya Rojhilat di sala 1953'an de li Komara Demokratîk a Almanyayê pêk hat û di heman salê de ji aliyê Sovyetan ve hate sikandin.

Panzerên sovyet (17 Pûşper 1953)

Bi mirina Stalîn Yekbûna Sovyet bi mijarê xelefa Stalîne mijûl e. Lê endamên partya komunîst li hemberî rîskan di heman fikirê de ne ku pêwîst e sîstem were lîberalîze kirin. Ji ber vê yekê jî, terora dîkta ya dewletê diqede û guhertinên sîstemê ji aliyê gel ve tên qebûl kirin.

Bi vî yekî re, raperîn li Bulgaristan, Çekoslovakya û Almanyaya Rojhilat pêk tên.

Li Almanyaya Rojhilat sîstema komunîst ji ber xeterên siasî û aborî biserneketî yê û lewra ji aliyê gelê xwe naye qebûl kirin. Xwarin, binesazî û xizmetên sosyal kêm in û lewra bi hezaran kes - li hemberî qedexeyan - sînoran derbas dikin û kocberiya Berlîna rojavayê dikin. Krîz diqewime, ji ber ku rejîm dixwaze plana "Avakirina Sosyalîzmê" pêk bîne:

  • Rejîma komunîst dixwaze bila gel zêdetir bixebite û bi vî awayî hilberanê zêdetir bike;
  • cotemenî tê kolektîve kirin (êdî cotkar ne xwediyê erdê xwe ne hwd.); û
  • artêseke Almanyaya Rojavayê tê avakirin - li hemberî daxwaza gel.

Kocberî her ku dice xorttir dibe. Moskova bi van pêsketinan qet ne kêfxwes e û rejîma xeter a Elmanyaya rojhilatê berpirs dike. Lewra Moskova ji rejîm re emr dike ku bila "avakirina sosyalîzme" heman were bi dawî kirin. Ji ber vê yekê, rejîm daxuyaniyek belaw dike û dawî li avakirina sosalîzme tîne. Herwiha, di daxuyaniyê de behsa xeterên aborî û siyasî tê kirin û îndîrekmen lêborîn ji gel tê xwestin.

Gel bi vî pêsketinî saswaz e û daxuyaniyê wek zeîftî fehm dike û dikeve grevê. Bi deh hezaran kes rê li derên stratejîk digire û avayiyên fermî bi dest dixe. Avayiya rêxistina paralemtoyê jî tê wergirtin. Rejîm êdî ber bi daskestinê ve dice.

Di 1ê Hezîranê ya 1953an de sebra Sovyetan namîne û Artêsa Sor a sovyet dikeve Elmanyaya rojhilatê:

  • Panzerên sovyet sînora rojavayê ya Berlîne digire,
  • hemî trafîk tê sekinandin û
  • mafê ser tê îlan kirin.

Bi vî awayî serhildan tê sikandin û ev yek alûdetiya Elmanyaya Rojhilat ji Yekbûna Sovyetan nîsan dide.