Semra Güzel, (jdb. 1984 li Wêranşar, Riha, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedar û nojdareke kurd e ku bi sedema wêneyên wê yê bi nîşaniya wê yê berê re ku gerîllayekî PKKê bû ku di sala 2014an de hatiye wênekirin, ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin.

Semra Güzel
Parlamentera Amedê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
Hezarana 2018an
Jiyan
Jidayikbûn1984
Wêranşar, Riha
NeteweKurd
PerwerdeZanîngeha Heranê
PîşeSiyasetmedar, nojdar
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Semra Güzel li navçeya Wêranşara bi ser Rihayê ve ji dayik bûye û li Zanîngeha Heranê, beşa Tibbê qedandiye.[1] Piştre di gulana sala 2009an de li Nexweşxaneya Zarok û Jîneolojiyê ya Mêrdînê hat wek nojdar xebitî û di mijdara 2010an de li navçeya Nisêbînê a bi ser bajarê Mêrdînê ve wekî nojdara malbatê dest bi kar kir.[2] Di sala 2012an de li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê li beşa Anestezî û Reanîmasyonê perwerdeya xwe yê nojdariyê dewam dike.[2] Semra Güzel di heman demê de endamê desteya rêveber û hevseroka Odeya Tabîb a Amedê bû.[1]

Kariyera siyasî biguhêre

Semra Güzel di hilbijartinên sala 2018an de ji bo parlementeriya HDPê ya Amedê wekî parlementera Amedê hatiye hilbijartin.[1] Di meclîsê de di derbarê tenduristiyê û pirsgirêkên li ser zimanê kurdî de di diltirsiyê de bû.[3] Wê di meclîsê de aniye ziman ku "xeta alîkariyê ya tenduristiyê ya Wezareta Tenduristî ya Tirkiyeyê bi gelek zimanan xizmetê dide lê bi zimanê kurdî nade" û di axaftinên xwe de dibêje ku "qertên tenduristiyê yên ku li nexweşxaneyek Xarpêtê hatine derxistin, bi 17e zimanan hatiye nivîsandin lê zimanê kurdî tê de tine ye".[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ a b "bianet.org/english/politics/256037-parliamentary-speaker-says-hdp-s-guzel-should-be-stripped-of-legislative-immunity".
  3. ^ a b "bianet.org/english/politics/256037-parliamentary-speaker-says-hdp-s-guzel-should-be-stripped-of-legislative-immunity".