Seleteya cotyaran, cure seleteyek ji pêjgeha kurd e. Carnan jê re seleteya penîrî jî dibêjin. Standardeke wê nîne, lewra gelek tişt dikevinê. Cotyar çi biajotina wê dixistin seleteya xwe û ev nav jî wiha derketiye. Bi îngilîzî jê re Greek salad dibêjin.

Seleteya cotyaran

Melzemeyên wê yên bingehîn xiyar, fringî, pîvaza serî, penîr in. Lê îsota dirêj, zeytûn, lîmon, kahû, hêkên xaşandî, sirke û parçeyên goşt jî tevlî dikin.

Seleteya herî baş bi rûnê zeytê tê çêkirin. Bêî biharbêhnê jî selete nabin. Bi taybetî seleteyên kurdan divê bi biharat bin.

Gotin biguhêre

  • Dewlemendiya cotyaran ji seleteyên wan, xizaniya wan jî siya darên bî kivşe ye.
  • Varyanteke din ê gotinê jî wiha ye: Dewlemendiya cotyaran ji tematiya wan, xizaniya wan jî ji siya dara biyê kivşe ye.