Saruhan Oluç (jdb. 14 çileya 1958an li Stembolê), nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarekî bi eslê xwe tirk e ku cîgirê hevserok û hevberdevkê (hevpeyvdar) Partiya Demokratîk a Gelan a berê bû.

Jînenîgarî biguhêre

Saruhan Oluç di sala 1958an li Stembolê hatiye dinyayê.[1][2] Xwendina xwe yê zanîngehî li Zanîngeha Teknîkî ya Ren Westfalya Aachen, Beşa Endezyariya Mekanîkî dixwîne. Bi salan xebatên weşangeriyê kiriye. Di desteyên edîtoriya kovara aborî û ansîklopediya sosyalîzm û têkoşînên civakî de xebitiye. Di gelek rojname û dezgehên ragihandinê de wek edîtor, qunciknivîs, sernivîskar û şirovekarê siyasî kar kiriye.[3][4]

Saruhan Oluç bi awayekî baş zimanê almanî û zimanê îngilîzî dizane.[4]

Kariyera siyasî biguhêre

Saruhan Oluç di nav damezrînerên Partiya Azadî û Hevgirtinê (ÖDP) de bû ku demekê dirêj alîkarê serokê giştî yê ÖDPê kiriye. Wek cîgirê serokê berpirsê mafên bingehîn û siyasetên siyasî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP) kar kiriye ku di heman demê de damezrînerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP) ye. Wekê cîgirê hevserok û berdevkê partiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan xebatên siyasî meşandiye. Parlamenterê Partiya Demokrata a Gelan a serdema XXV a Antalyayê û serdema XXVII a Stembolê ye. Ji sala 2019an ve cîgirê serokê koma HDPê ye.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ KimNereli (21 îlon 2023). "Hakkı Saruhan Oluç Kimdir? Kaç Yaşında? Aslen Nereli? Siyaset Hayatı" (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ admin (17 tebax 2021). "Hakkı Saruhan Oluç Kimdir? Nereli? Hakkı Saruhan Oluç Biyografisi". Kürtler.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ a b "Jênenîgariya Saruhan Oluç". biyografya.com.
  4. ^ a b "Hakkı Saruhan Oluç kimdir? Kaç yaşında ve nerelidir?". KARAR (bi tirkî). 15 tîrmeh 2019. Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2023.