Sehraya Rojava (bi Erebî الصحراء الغربية, bi Inglîzî Western Sahara) herêmeka bakurê rojava ya Afrîkayê ye. Hevsiyên vê herêmê li bakur Mexrib, li bakurê rojhilat Elcezayîr, li başur û rojhilatê Mûrîtanya û li rojavayê Okyanûsa Atlantîk in. Ev herêm yek ji kêmhêheşttirîn herêmên cîhanê ye û piraniya wê bêavan û deşt in. Mezintirîn bajarê herêm Elîyûn e ko sê-yeka hêşeta herêmê lê akincî ye.

Sahraya Rojava
Al

Ev herêm ji salên 1960an were, piştî nemana mêhtinkarî a Spanyayê, di rêza herêmên bê desthilata xweser yên Neteweyên Yekgirtî da ye.

Paşahiya Mexribê, bizava rizgarîxwaz a Eniya Polîsariyo (û hukmeta Komara Demokratîk a Erebî ya Sehrayê) li ser desthilata vê herêmê no teba ne. Piştî agirbeseka bi piştevanî ya NY ji sala 1991ê were, desthilata piraniya herêm di destê Mexribê da ye. Tenê parek ji axê di bin destê Polîsaryoyê da ye. Bi awayekê navneteweyî, hêzên mezin yên mîna WYEyê bêalî ne. Herdu aliyên hevnegir bizavê dikin bi wergirtina piştevaniya welatên biçûktir rewayiyê bidin desthilata xwe. Komara Demokratîk a Erebî ya Sehrayê heta niha piştevaniya 45 welatan wergirtiye. 25 welat alîgiriya Mexribê dikin.