Beyabana Sahara, çola Sahara, şorezara Sahara, herana Sahara yan çolistana Sahara mezintirîn beyabana erdê ye. Rûerda wê li dora 9 milyon km² ye. Meziniya wê nêzîkê DYAyê ye.

Dîmenekê ji satelîtê, Sahara
Bakur-rojavayê beyabanê
Taldeyek ji (Lîbya)
Hûrmîlince li Sahara
Ji jorê
Toza, xubara ji Sahara li ser Kufstein/Tirol am 22'ê reşemiyê 2004

Navê wê biguhêre

Di zimanê Egîpta kevn (Misira kevn) de jê re „ceret“ („beyaban“) digotibûne. Bi erebî sahra dibêjin û nav ji erebî belav bûye. Gelê Tûaregî „welatê yên li derve yan welatê derveyî“ dibêjin. Ereb herwiha al kubra „beyabana pirr mezin“ jî dibêjin. Romaya antîk Terra Deserta ango bêcihwar/welatê hatiye terikandin gotine.

Dewlemendiya binerdî biguhêre

Li Saharayê kanên mezin ên petrolê hatin vedîtin. Çola Alcerya û ya Lîbyayê ji aliyê petrol û erdgazê ve pirr dewlemen de. Hewriha xwê, komir, zêr, mangan, hesîn, ûran, tîtan (element), fosfat ûêd jî pirr in li van beyabanan.

Cihwarbûn biguhêre

Kêm kes li van beyabanan dijîn. Pirraniya niştecihan ereb, berberî, tûaregî ne. 40 % ji gelê wê koçber in. Beyabana Lîbyayê hema bigire xofxalî ye ji mirovan, ango kes li wê najî.

Girêdanên derve biguhêre