Sîbera kêlîçê, di kozmetîkê de berhema pê kêlîç (palik, qalpaxa çav) tên sîberkirin, sîdarkirin e. Li Bakurê Kurdistanê jê re far jî dibêjin. Bi îngilîzî navê wê eye shadow e.

Refika sîbera kêlîçê

Herçendî berê bi hin rengên mat kêlîç dihatin sîdarkirin û navê xwe dabe vê berhemê jî, îro cuda ye, bi gelek rengan kêlîç ne tenê tên sîdarkirin, herwiha tên rengdarkirin jî.

Di formên toz, krem, pişrik, lîkît de tên çêkirin. Mirov dikare gelek rengan bi hevre jî bikarbîne, sînorekê wê nîne. Pirranî sîbera kêlîçê bi kil, kila ron ve tê bikaranîn.

Galerî biguhêre