Rumatîzm, romatîzm yan hûnikûba nexoşîne. Peyva "rheuma" bi zimanê grekî ye û maneya wê "rewane". Yanî êşa rumatîsmê cê xo digorî. Evro renge li cumgê tibla dest bidet paş çend rojekêt dî biçîte cumgê pê . Ev nexoşiyane bi zorî organêt hat û çûnê wek cumge (joint) û masûlka tûş diben. Nîşanekê serekî yê van nexoşan êş e (pain). Bilî cumge u masulke gelek organêt dîş duçar dibin wek guçîlk, sîpelk (lungs), rihêt xînê, pêst u gelek organêt dîş.

Nexoşiyêt rumatizmê bi zorî otoîmunî ne, yanî sistêmê berevanya leş bi diristî kar naket ew bixo organêt mirov duçarî nexoşî dikat. Hoya têkçuna sîstemê berevanya leşê mirov heta nuke ne ya dyare, dibît kartêkirna mikroorganîzma wek baktêrî yan jî virusa bît.

Ewêt duçarî van nexoşiya dibin bi zorî jinin li temenê dewr u berî 40 salyê.

Zêhetir li 100 nexoşî hene ko tibênê nexoşiyêt rumatîzmî.

Curêt nexoşiyêt rumatîzmê biguhêre

Nexoşiyêt rumatîzmê bi çend deste têne dabeş kirin.

  1. Nexoşiyêt bi înflamasyon yêt sîstemî, wek Wegeners granulomatosis, SLE, sîndroma Sjögren, Rheumatoid Arthritis û gelek nexoşiyêt dî ne.
  2. Artros û spondylos. Ev nexoşiye heko mirov bi temen dikevît bo mirov çê dibin.
  3. Êşa lokalî û ya general (berbelav).

Yêk li van nexoşiya ko ya zore u nizîkî 1% xelkê dinyayê ya hey rumatîsma cumga ya Rheumatoid Arthritis.

Çewa mirov xo li nexoşiyêt rumatîsma cumga biparêzî u şîret bo nexoş biguhêre

Eger cumgêt mirov êş keftê u stur bon pêtivye mirov zo biçîte lay diktorekê şareza da teşxîs (diagnosis) u çare (treatment) bête kirin.

Ew nexoşê rumatîsma cumga lê pêtivye kar yan werzişa (sport) giran neket.

Ew kesê cumge lê têşin u yê qelew bît, pêtivye Kêşa leş yan giranya leşê xo kêm bike.

Eger nexoş cixare kêş bît pêtivye cixara terik biket, li ber ko cixare nexoşiyêt rumatîsmê u gelek nexoşiyêt dîş xiraptir diken u çarekirna wan bi zehmet tir dikevît.