Rişte, êrişte berhemekê xwarinê, ji hevîrê ye. Cureyeke meqarneyê ye ku ji pelhevîrkê (hevîrê şikeva) tê çêkirin. Xwarineke kurdî ye, derbasê gelên cîran jî bûye. Li Asyaya Navîn jê re kesme dibêjin.

Rişte tê ristekirin

Hevîrê ristekirî û rişrişî biguhêre

Peyva rişteyê yan êrişteyê ji peyva hevîrristeyê tê. Tê wateya hevîrê ristekirî, hevîrê rişrişîkirî, hevîrê li rêşkerê hatiye xistin. Bi heman navê derbasê romî (tirkî) jî bûye, dibêjin erîşte.

Di hin devokên kurdî de tîpa "ş" wekî "s" tê bilêvkirin. Bo mînak di kirmanckiya (kirdkî, zazakî, dimilkî) Dêrsimê de. Jê re êriste jî dibêjin.

Çêkirina wê biguhêre

Li Kurdistanê jê gelek xwarin tên çêkirin, wekî zexîreyeke zivistanî temîn dikin. Ard (arvan), rûn, hêk, av û xwê ji têkela wê ne. Hevîr tê strîn, pelhevîrkan li ser daxwaze dibirrin. Ango ji hevîrê tê ristekirin.

Li parêzgehên Sêwas, Mûş, Meledî, Ezirgan, Erdêxan, Îdir, Qersê bo zivistanê çêdikin.