Rewanî şîranîyeke kurdî û îranî ye. Rewan di kurdiya kevn de di wateya ruh de ye. Navê vê xwarinê wateya "şîraniyeke wiha bitehm e ku rewanê / ruhê mirov diarimîne, rehet dike, kêfê dide" dide.

Rewanî

Di tevgerên mirovan de bo hereketên mirovane, paqij, hinekê zarokî (lewra zarok hêj xirab nebûne) rewanî dibêjin. Navê bezeke hespê jî rewan e, lewra beza hespê ya wiha, rewanê siwar, ruhê siwar diarimîne, vedihêsîne, rehet dike. Gelek peyv ji rewanê bingeha xwe girtine. Rewanê navê xwe daye deşta Rewan, bajarê Rewanê (Erîvan) ûêd jî.

Li vir raveka (terîfeya) rewaniya nûjen hatiye parvekirin. Di rewaniya orjînal de çîkolate nîne, hin biharbêhn lê dihatibûne zêdekirin.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

  • 3 hêk
  • 1 SÇ (stekana-qedeha çayê) şîr
  • 1 SA (stekana avê) ard (arvan)
  • 1 SA şekirê toz
  • 1 SA ardik
  • 3-4 KX (kevçiyê xwarinê, behîva di makîneyê de hatiye kişandin (bila ne hûrik be)
  • 1 bestek (pakêt) an 80 gram çikolate
  • 1 bestek toza hevîr dipoxpoxîne, diqepişîne, bel dike (gijkera hevîr)

Bi xemlandina wê:

  • 2 KX fistiqa Dîlokê ya kişandî
  • 2 KX Behîva kişandî
  • 9-10 nîvê gûzê (gûzan qet bikin, bikin du nîvî)

Bo doşavê:

  • 5 SA av
  • 1 KX ava lîmonê
  • 3,5 SA şekirê toz

Ravek biguhêre

Bo doşaviyê av û şekir bi qasî 4-5 deqeyan bikelînin, ango şerbetê bikelînin. Ava lîmonê tevlî bikin, 2-3 deqe dîsa bikelînin û ji ser agir daynin.

Di badiyekê de hêkan biçelpînin. Ardik, ard, şekir, behîv, şîr û gijkera hevîr berdin navê û tev bidin. Çîkolateyê li rêşkerê (rende) bidin berdin navê.

Hevîr bikin qalibên pijînê, ango tiyanên, sêniyên wekî qalibê. Beriya pijînê, firneya xwe vekin, germiyê bikin 160 pile. Di vê tînê de bi qasî 30-40 deqe bipijînin.

Pijîn bidawî bû, rewaniyê di sêniyekê de kerî bikin, hêj germ e doşaviya sar hêdî hêdî bi ser de bikin. Sar bû, bi dilê xwe bi gûz, behîv ûêd bixemilînin, li binikên servîsê parve bikin.