Remlavêj wekî ji navê wê kivşe ye remlan diavêje. Yek ji elementên çîrokên Kurdî ye. Bi pirranî mêr e. Miroveke temendirêj e. Dema mîr pêwîstî bibînin, derdikeve hizûra mîr û gorî daxwaza yan pirsa mîr remlan diavêje. Ango wekî medyûmên (astrologên) îro ne. Dikarin di tasên xwe de hemî bûyer, kes û tiştan bibînin. Hin caran remlavêj wekî kesên nebaş derbasdibin di çîrokên Kurdî de.