Şeklê wê
Bi tevayî
Nav Rêtînol
Navên din Vîtamîn A
Direfş C20H30O
Sincî
Mol 286,46
Tîrbûn
Rewşa di germiya odê de hişk
Xala helyanê 62–64 °C
Xala kelînê 137–138 °C
Nîşanên xeterê

Rêtînol şiklê xwerekî yê vîtamîna A'ê e. Vîtamîneka zer e ko di çevrî da dibihujit. Vîtamîna A antîoksîdanek e ji bo şîyîna (mezinbûna) hestîa û jibo bînahiyê (dîtinê) pir girig e. Pêkhateka kîmyayî ji malbatekê bi navê Rêtînoyîdan e. Rêtînol bi awayê pêşkeriste (precursor) dihêt xwarin: xwerekên ji lawiran (heywanan), mîna şîr û hêlikan (hêkan), esêtêr ên Rêtînîl têda hene; lê jêderên gîyayî, mîna gêzer û isfenajê, pêşvîtamîna A Karotênoyîd (carotenoids) têda hene. Avbihujî ya (haydrolîza) esêtêrên rêtînîlê rêtînol jê peyda dibit, lê avbihujî ya pêşvîtamîna A Karotênoyîdan rêtînal jê peyda dibit. Navê dî yê rêtînalê aldehayda rêtînê (retinaldehyde) e. Rêtînal dikarit bi awayekê demkurt digel Haydrojênê terkîb bibit da rêtînolê çêbikit an jî bi awayekê herûherî û bêveger (irreversible) oksîde bibit û tirşê rêtînoyîk (retinoic acid) çêbikit.

Vedîtin biguhêre

Li sala 1913'ê, Elmer MekKolumî, jînkîmyazanekê Zanîngeha Wîskansînê, û hevkarê wî Margirêt Dêyvîsê xwerekmakeka (nûtrîyenteka) çevrîbihuj (anko di çevrî da dibihujit) di nav nîvişkî û rûnê masiyê da vedît. Ev karê wan misûgerkirina berhizirandina Tamis Ozborn (Thomas Osborne)î bû ko li sala 1913'ê berbîniya keristeyekê wiha di nav nîvişkî da kiribû. Vîtamîna A jibo caran pêşîn bi awayekê destkirî li sala 1947'ê hat çêkirin.

Nijara Kîmyayî û Erk biguhêre

Li goreyê hilkevtina (konîfyorasyona) trans an cis a çar bendên duanî ên zincîra polîyenê, gelek îzomerên endazeyî ên rêtînolê, rêtînalê û tirşê rêtînoyîk hene. Îzomerên cis bêtebat (unstable) in û bi sanahî dibin îzomerên hemî-trans. Bi her awayî, hindek îzomerên cis bi awayê xweriskî jî peyda dibin û xwedî erkên nemazeyî in. Ji bo mînak, îzomera 11-cis-rêtînal kiromofor (Chromophore) a rodopsînê, molêkyola fotoreseptor a movikdran (vertebrate) ne. Rodopsîn ji 11-cis-rêtînal a ko bi awayê kovalans li bingehê Şîf (Schiff Base) bi protîna opsînê (opsîna lûleyî anko şîn an opsînên kulavkî (Kon=Cone) ên sor an gesik) ve bend dibit. Pêvajoya dîtinê îzomerandineka 11-cisan bo hemî-transan e ko bi ruhnahiyê destpêdikit ko dibit sedema pêkhatin û çelengbûna (aktîvbûna) molêkyola fotoreseptor. Yek ji zûtirîn nîşanên kêmasî a vîtamîna A'yê şsvkorî û kêmbûna bînahiyê e.

Corc Waldî (George Wald) li sala 1967'ê xelata Nobêlê ji bo jînewerzanistî an piziçkiyê ji bo karkirina li ser rengpintên (pîgmentên) şebekeya çavî wergirt. Karên wî têgehiştina mirovî li rolê vîtamîna A'ê di bînahiyê da zêde kir. Gelek erkên vîtamîna A'yê ko negirêdayî bînahiyê in bi tirşê rêtînoyîk dihên tenzîmkirin ko bi çelengandina (aktivasyona) wergirên tirşê rêtînoyîk ên navxaneyî (interselûlar) diyarbûna cînan (genes) kontrol dikit. Erkên nebînahîyane yen vîtamîna A'ê jibo erkên bergiriyê (îmyonolocîk), zaûzêye, werara (developmenta) movikên (vertebrates) vernîkî (embryo) giring e. Ev erk bi zêdebûna beratafî (susceptibility) a jibo hewdanan (infeksyonan), kêmbûna şîyînbûnê (growth) û şaşiyên afirandinê di nûzayan da li dema kêmbîna vîtamîna A'ê eşkira dibit. Rêtînol di merhemên pîstî da jibo dermankirin zipkên cuwanan (akne) jî dihêt bikaranîn. Coreyekê tirşê rêtînoyîk, hemî-''trans''rêtînoyîk Asîd jibo çareserkirina kîmyayî ya Lûkîmya a promayelosîtîk a tîj (Acute Promyelocytic Leukemiaê, coreyekê Lûkîmyay a mayelogenîk a tîj (Acute Myelogenous Leukemia)ê dihêt bikaranîn. Sedema vê ew e ko xaneyên şêrpenceyî yên vî coreyê şêrpenceyê bersiva antagonîstên wergirên tirşê rêtînoyîk baş diidn.

Bînahî biguhêre

Vîtamîna A jibo çêkirina rodopsînê, rengpinta bînahiyê, ko li cihên tarî pêdvî ye bikar dihêt. ji ber vê yekê xwarina zadên ko vîtamîna A têda hene şevkoriyê baş dikit.

Xaneyên Dapoşînk (epithelium) biguhêre

Vîtamîna A jibo karkirina dirist a xaneyên dapoşînk pêdvî e. Li dema nebûna vîtamîna A'ê, xaneyên ko giliyê (mucus) derdidin dibin xaneyên ko keratînê derdidin. Ev jî dibit sedem hişkiyê (xerosis).

Sazandina (Çêkirina) Glîkoprotînan (şekirprotînan) biguhêre

Jibo sazandina şekirprotînan vîtamîna A gelek pêdvî e. Eger Vîtamîna A nebit, ji ber nehatin sazandina wan reng e kulk li ser çavqoçikê (qerniye, cornea) ê peyda bibin.

Dozena (sîstema) Bergiriyê biguhêre

Erkê dozena bergirî a laşî gelek hewcedar a vîtamîna A'ê e. Rêtînol di pir giya û fêkî yên wekî pirteqal, gêzer û Silkê da heye. Di tiştên xwezayî da jî Rêtînol heye. Ew di masîyan, kezeban, zerikê hêkan û tiştên ji şîr da wek mast û penêr heye.

Bandor biguhêre

Rêtînol ji sîstêmê rîçalan ra rinde. Ew alîkariyê çêkirnê xûnê dike. Rêtînol pir ji çermî mirovan ra rinde. Ew ji çavan ra pêwîste. Eger Rêtînol hindik be di canî mirov da, mera nikane rind bi hêvarê bibîne. Rêtînol ji hestiyên mirovan ra jî girînge, çunkî ew ji bo mezinbûnê pêwîste.

Pêwîstî biguhêre

Mirovên mezin her roj pêwîste 0,8 mg - 1 mg Rêtînol bixun.