Qazîquling
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Gruiformes
Famîle: Gruidae
Cins: Grus
Cure: G. grus
Navê zanistî yê latînî
Grus grus
Linnaeus, 1758
Hevwate

Grus turfa Portis, 1884

Quling, Qulingê nas an jî qazîquling (Grus grus), cureyekî balindeyan ji famîleya qulingan (Gruidae) e. Gerden û pê û stûyên qulingan dirêj e, nîv kund, çengdirêj in û nikulê wan stûr û dirêj e û fesala leglegeyî. Şaperrên wan bi ser kuriya wan de dihên. Nêr û mê rengek in. Li ser axê hêlînê çêdikin.

Li Kurdistanê du cure jê hene: qulingê nas û qulingê stûreş a biçûk.

Şayes biguhêre

 
Qulingê nas

Quling 115 cm dirêj e. Şînekî bi ser risasiyê tarî ve ye. Enî û piştpatik û serê kuriyê reş in, erzing û binerzing bi ser reşî ve ne, gîxeke spî ji alekan dest pê dike heta ser milan diçe. Kulovanka serî sor ve ye. Nikil risasiyekî bi ser keskî ve ye û binê wî sor ve ye û ji yê leglegeyî û şaqavî kurttir e. Çav sor in. Pê û roq (baskê pêyî) reş in.

Reftar biguhêre

 
Refeke qulingan ku wekî forma tîpa Vê lê dike.

Balindeyek sil û gelekî kûvî ye. Rêveçûna wî giran e. Dema dest bi tirsê dike serê xwe radike û stûyê xwe jêk tîne der. Komkome digerin. Li çûnê li hewa refa xwe wekî şêweya tîpa V lê dike.

Jîngeh biguhêre

Di nav reviyan de li perê çem û robaran dijîn. Zivistanan qesta deştan dikin. Li ser erdê hêlînê çêdikin.

Belavbûn û koçerî biguhêre

 
Refên qulingên nas yên koçber

Îlonê ji milê bakurê rojava ve ber bi başûrê rojava ve qesta Kurdistanê dikin. Li welatên skandînavî û Ûrisê û heta Almanya û welatên Balkanê û Tirkiyeyê û Tirkmenistanê bo nişîv û heta rojavayê Sîbîryayê bo milê rojhilatê û li hindek cihan ji başûrê Spanyayê û li bakurê Îtalyayê têjikan tîne derê. Zivistana xwe li hevda Deryaya Spî û Îraqê û bakurê Afrîkayê heta Sûdanê û Etiyopyayê li nişîv diborin.

 
Hêk

Çavkanî biguhêre

  • Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok.
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Quling de hene