Quşxaneya hilmê ji quşxaneyên nûjen ên hilmê (dûkel) kêm berdidin û di nava hilmê de xwarinê dikelînin re dibêjin.

Quşxaneya zûkel

Ev quşxane ji hêza hilmê sûd werdigire. Hilmê yan hîç bernade, yan jî kêm. Dema hilm di nava quşxaneyê de ma, pesto û germî zêde dibe. Xwarin di nava germiyeke mezin de zû dikele.

Hin binavkirinên vê quşxaneyê biguhêre

  • Quşxaneya zûkel
  • Quşxaneya bifîq
  • Dûzû
  • Quşxaneya dûkelê
  • Qûşxaneya bipîpik[1]

Di van quşxaneyan de subab hene, dema kelandin bidawî bû hişyariyê dide. Ev subab dişibe fîq an fîrfirkek, bi viya rê nade quşxane devanga xwe bavêje yan biteqe. Divê kesên ku vê quşxaneyê bikartînin, baldar bin, nedin destên zarokan.

Dîroka zûkelê biguhêre

Bingeha van quşxaneyan nêzîkî 300 sal berê hatiye avêtin. Fîzîknasê îrlandî Robert Boyle sala 1679'ê de bi rêbaza hewandina û bernedana hilmê ceribandin kiriye. Wî bo devang nefire giranî dadianî ser. Denis Papin jî devanga taybet a niha jî tê bikaranîn bipêşxist.

Berê ev quşxane ji hesin dihatin çêkirin. Niha sifir, alumînyûm, cam ûêd jî tên bikaranîn. Zûkelên nûjen bi subaba hişyariyê ne û bo gelek aramancan tên bikaranîn.

Hin hişyarî biguhêre

  • Ti carî bêî avê nedin ser agir. Divê kêm an zêde di quşxaneyê de av hebe ku, hilma wê subabê bide xebitandin û ew jî bifîkîne yan hişyariyê bide.
  • Ava xwarinê divê ji nîvê quşxaneyê zêdetir nebe. Lewra hilma zêde pestoyê pirr zêde dike, dikare devangê bavêje.
  • Kelandina her xwarinekê demekê divê. Divê mirov beriya kelandinê, bizanibe ka bo kelandinê çend deqe pêwîst in.
  • Dema kelandin bidawî bû hema devangê venekin, bihêlin bila sar be. Hûn dikarin bidin bin dîkê avê (henîfe, mûslix).

Cureyên zûkelê biguhêre

  • Veroka zûkel (gelek kêm tên bikaranîn, lewra verok gelek biçûk in)
  • Quşxaneya zûkel (dûdiklî li Bakurê Kurdistanê di salên 80'yî de bûbû mode, her malekê dikirrî)
  • Beroşa zûkel (bo kelandina goştê bihestî beroşa zûkel li Kurdistanê tê bikaranîn)
  • Dista zûkel (bo kargehan in, dist mezin in)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Ferhenga Zana Farqînî ya Tirkî-Kurdî , Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, pûşper 2000