Qotel

Gundekî Keleya Dîlokê


Qotel (1946: Kotal[1], bi tirkî: Tarlabaşı) gundekî Kelê ye. Qotel berê bi navê Rûmêwleg, bi tirkî Rumevlek[çavkanî hewce ye] jî dihat zanîn lê kurd bi navê Qotel nas dikin. Dewleta Tirkiyeyê navê vî gundî guhert û ji Rumevlek çexa Kotal kir. Paşê navê gund carekî din hat guhartin û navê gund çexa tirkî kirin û navê xwe bû Tarlabaşı [2].

Qotel
Tax Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qotel li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 37°24′59″Bk 37°57′6″Rh / 37.41639°Bk 37.95167°Rh / 37.41639; 37.95167
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Qotel, gundekî Dîlokê yî piçûk yî bi 20 malan e. Yî 100 km li rojhilatî Dîlokê, 30km li rojhilatê Keleyê ye. Li ser sînorê Dîlokê û Rihayê, li ber Çemê Ferat e. Li hêlê Dîlokê gundên cîran Heweş (din bin avê Ferêt de ma), Hesar (gundekî tirkan e), Sirgûc, Lordîn, Dîng, Şêxdawid, Zag û Kemberliya Keleyê ne. Li hêlê Rihayê gundên Wan, Bal, Qurdebe, Şehîn û Çêwek cîranên xwe ne.

Dîroka gundê Qotelê biguhêre

Wir ji dîroka kevin da bûye warê mîrovan e. Ter siftê, di navbera gundê Sirgûcê û gundê Qotelan li diyarî ava reş li ser kevirekî li ser xezalekê peyakî bi nize hatibû çêkirin.

Çawûşekî qereqolê gundê Sirgûcê dinemît kire serê wî û serê kêvir firrand. Sala çûyînî jî (2007) hinan ji gundê Hesar’ê hatin hew tev jikandine. Gor hin arkiyolojîstan hew perçêfwêneya di hîtîtan da mabû.

Duyemînê, li dorê gundî Qotelan du pire hene, yek ya li gundê Heweşê ye, yek li nêzikî gundê Sirgûcê ye, ji Romayan da mane. Li dor pireyê Heweşê li ser kevirekî nîvîsek heye dibêje: "Legio IIII Scythica Operosa Felix". Gorî vê nîvîsê em dizanine ku pire ji terefê Lejyona Skîtan ya Sisêyan ya Romayê de hatiye çêkirin. Em dizanin ku ew lejyona di sala 46 DZ da hat damezirandin.

Sêyemînê, di ber gund de xirabekî kîlîseyekê heye. Em bi kevirekî ku ji ew xirabeyî derketî re zanine ku ev kîlîseya ji Yûnanên kevin da maye û dîroka xwe dihere çend sedsalên siftê.

Çarêmînê, li jor gund bi dehan şikeft, bi navî şikefthûrk tên zanîn, hene. Bi hin fikiran ewan tirbên mîrovên berê ne. Pêncemîne, li herd hemberên Ferêt û Ava Reş di zinarên asê da şikeftin hene bi wan ra Kurd dibêjin Înî. Ew şikeftinan jî bi terefên mîrovên berê de hatin kolane lê ne wek şikefthurkan tirbin. Ewan mina malên sê-çar qatin. Ku meriv di derîyakî re dikeve hundur dbi pêplûkan meriyan dihere qatên jor. Înî pirin lê ya ter navdar Îniyên Bûk û Zava li nêzikikî gundî Dîngê ye. Zêdetir, li diyarî gund li talê Gundî Qotelan peplûk hebûn. He teva rîyakê dibû hêleka xwe berva Semsûrê, hêleka xwe diçû ser Pireyê Heweşê û di ser Ava Reş ra berva Birecik diçû. Panzde-bîst sal bervê ku riya gundî Heweşê çêkirin ew pêplukan teqandin û rê di ser ra birin. Şora paşin, der û dorên gundê qotelan ter hindik ji sedsala siftte DZ û vir da bûye warên mîrovan e.

Ciwarên Gund biguhêre

  • Beraq
  • Avzêmk
  • Kûrandiz
  • Gaz
  • Pozî Pêrtel
  • Pozî Bilind
  • Bîrê Şêxeyîl
  • Hewşo
  • Pinikan
  • Qoriyê Şilalikê
  • Qoriyê Qecer
  • Ben
  • Qaş
  • Qizqapan
  • Kepirê Daregirê
  • Şeydî Erew (Ereb)
  • Şeydî Hesen
  • Kevirî Şêxî Bêqi
  • Şikefthûrk
  • Bîrê Aşimbegê
  • Darê Nehletmê
  • Darê Hirçê
  • Darê Tûpik
  • Darê pizanê
  • Şikeftê Pace
  • Ekûrê Evdê
  • Torç
  • Şikeftê Avê
  • Erdî Golê

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  2. ^ Köylerimiz, İçişleri Bakanlığı İller İdaresi Genel Müdürlüğü. Sayı 31. Ankara: Harita Genel Müdürlüğü, 1960. p.29.