Qisir mezeyek ji girarê (savarê) ye. Mirov dikare bixe bin koma xwarinên şîvê jî. Qisir ji gelê cîran asûrî-suryaniyan derbasê kurd, romî (tirk), azerî û ermenîyan (Hay) bûye.

Qisir ji xwarinên asûriyan e

Qisir ji savar, fringî (bacanê sor), merge û sîrê tê çêkirin. Lê mirov dikare dendikên hinarê jî lê zêde bike. Qisira kurd dixwin, xwerû dişibe ya asûriyan. Li parêzgehên bakurê Kurdistanê Meledî, Dîlok, Sêwas û Mêrdînê bêhtir tê zanîn û xwarin. Standardeke vê mezeyê nîne, mirov dikare lê kêm-zêde bike.

Berkeliya qisira Melediyê biguhêre

  • Pelên kahoyê (xes, xas jî dibêjin)
  • 1 serî pîvaz
  • Li ser daxwazê biharbêhn (bi kêfa xwe ne)
  • 2 lîmon
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) savara hûrik
  • 5-7 ta pîvaza heşîn
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya firîngiyê (şamik, tomatos)
  • 1 baq hêliz (pîjinda, şiwît)
  • 1 baq bexdenûs
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)
  • Hinekê rûnê zeytê (bo mînak 1 SA)
  • Li ser daxwazê xwê

Çêkirin biguhêre

Savarê bikin badiyekê, 2-3 stekan avê verdin serê, devê badiyê por bikin bila bisekine, nermijî bibe. Zebzeyan hûrik hûrik hûr bike, merge û xwêyê tevlî bike. Biharatê pê werbike, ava lîmonê jî û baş bistrê.

Li ser pelên kahoyê tê servîskirin. Ango pelên kahoyê daynin ser binikan û qisirê jî berdin serê.